H’emû nûçeSereke

Emarat û MegaTrade ê peymana hevkarîyê ya girîng îmze kirine: markaya ênêrjîyê ya pêşeng ya Yekîtîya Mîrtîyên Ereba tê Ermenîstanê

Hevaltîya  Emirates Petroleum Company PJSC (Emarat), hevaltîke ênêrjîyê ya pêşeng li mîrnişînên erebî yên yekbûyî û pêşengeke demdirêj û pêbawer di sêktora firotana ênêrjîyê ya Yekîtîya Mîrtîyên Ereba, peymana hevkarîya stratêjîk bi MegaTrade re,  hevaltîke ênêrjîyê ya pêşeng li Ermenîstanê û lîstikvaneke sereke di portfolîyoya cîhêreng ya SIL Capital re, îmze kirîye. Ev peyman wê  mecalê bide ku marqeya Emarat ya ku di asta navneteweyî de tê naskirin, cara yekem li Ermenîstanê bê nasandin.

Peyman bi fermî di merasîmekê de li “Albert Hall” li Yêrêvanê hatîye îmzekirin. Şaredarê Yêrêvanê Tîgran Avînyan û balyozê Yekîtîya Mîrtîyên Erebayî li Ermenîstanê Narîman Mohd ​​Şarîh Abdullah El Mûlla beşdarî merasîmê bûne. Peyman ji hêla serokê SIL Capital û hissedarê MegaTrade Êdûard Sûkîasyan û serokê  Emarat ê Elî Xelîfe El Şemsî ve bi amadebûna rayedarên payebilind û karsazên pêşeng yên ji her du welatan hatîye îmzekirin.

Ev hevkarî wê veberhênanê zêde bike, karên nû biefirîne û Ermenîstanê bike navendeke herêmî ji bo kar û barên firotana sotêmenî û ênêrjîyê yên navneteweyî. Bi hevberkirina pisporîya gerdûnî û şîyanên herêmî, Emarat û MegaTrade pêşeroja ênêrjîyê ya Ermenîstanê ji nû ve pênase dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button