Vekirina pêşangeha bi navê “Ermenîya brîtanî” li pirtûkxaneya brîtanî ya li Londonê pêk hatîye

Vekirina pêşangeha bi navê “Ermenîya brîtanî” 6 ê cotmehê li pirtûkxaneya brîtanî ya li Londonê pêk hatîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sifaretxaneya Ermenîstanêye li Padişatîya Yekbûyî daxuyanîyek weşandîye.
Pêşangeha bi navê “Ermenîya brîtanî” ku li galêrîya “Xizînê” ya pirtûkxaneyê tê raberkirin, ji bo têkilîya sedsalan ya di navbera ermenîya û brîtanîyan de, ji hevparîyên dîrokî yên împêratorîya brîtanî bigire heya civaka ermenî ya zindî ya li Brîtanyaya Mezin ya îroyîn, û gelek brîtanîyên ku qîmeteke kûr ji bo çand û mîrata ermenî nîşan dane, hatîye veqetandin.
Pêşangeh ji hêla Maykl Êrdman, serokê kolêksîyonên Rojhilata Nêzîk û Asyaya Navîn li pirtûkxaneya brîtanî, bi piştgirîya balyozxaneya Komara Ermenîstanê li Padişatîya Yekbûyî ve hatîye organîzekirin.
Di axaftina xwe ya vekirinê de, balyozê Komara Ermenîstanêyî li Padişatîya Yekbûyî, Varûjan Nêrsêsyan rola Maykl Êrdman û pirtûkxaneya brîtanî di nîşandana têkilîyên kûr û dîrokî yên di navbera gelên ermenî û brîtanî de pir bilind nirxandîye û ji bo hevkarîya ku pêşangehê gengaz kirîye spasîya xwe anîye ziman.
Di merasîma vekirinê de kûartêtêke têlan pêrformansa xwe raber kirîye, ku ji hêla maêstro Levon Çîlînkîryan ve hatîye rêvebirin û raberkirin, û piştre rêsêpsîyonek hatîye lidarxistin.Nûnerên der-dorên çandî û akademîk, dîplomat û endamên civaka ermenî beşdarî vekirina pêşangehê bûne.







