H’emû nûçeSereke

Rahmon di hevdîtina xwe ya bi Paşînyan re îmzekirina peymana aşîtiyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de silav kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li bajarê Duşanbê bi serokkomarê Tacîkistanê Emomalî Rahmon re hevdîtineke taybet kirîye.

Li gorî “Armenpress ê, derheqa wê yekêda  karmendên serokwezîr daxuyaniyek belav kirine.

Tê destnîşankirin ku serokkomarê Tacîkistanê serdana serokwezîrê Ermenîstanê pêşwazî kirîye û destnîşan kirîye ku ev civîn derfeteke baş e ji bo nîqaşkirina mijarên rojevê yên ku armanc dikin ku têkiliyên dualî bêtir pêşve bibin.

Serokwezîr Paşînyan ji bo mêvanperwerîya germ spasîya xwe anîye ziman û gotîye ku hukumeta Ermenîstanê girîngîyê dide berfirehkirin û kûrkirina têkilîyên pirsêktorî yên bi Tacîkistanê re.

Di hevdîtinê de, herdu aliyan li ser gavên pêşerojê ji bo dayîna geşedaneke nû ji têkiliyên bazirganî û aborî re, nêrînên xwe parve kirine.

Behsa derfetên ku di encama avakirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û qewînkirina atmosfêra hevkarîyê li herêmê, pêkanîna projeya TRIPP û “Xaçerêya aşîtîyê” de hatine efirandin, hatîye kirin.

Emomalî Rahmon pêşwazîya îmzekirina peymana aşîtîyê piştî civîna Waşîngtonê kirîye û piştgirîya welatê xwe ji bo pêvajoya normalîzasîyakirina têkiliyên Ermenîstanê-Adirbêcanê nîşan dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button