H’emû nûçeSereke

Banka pêşveçûyînê ya Avrasyayê deverên sereke ji bo pêşvebirina potênsîyala aborî ya Ermenîstanê destnîşan kirîye

Salên dawî, aborîya Ermenîstanê gihîştineke domdar û guhertinên girîng yên avahîsazîyê nîşan daye. Rêjêya salê ya navînî 5,1 selef bûye. Berhema navxweyî ya serê her kesî hema du qat zêde bûye, ji 4,600 dolarî gihîştîye 8,600 dolarî.Derheqa wê yekêda  di raporeke banka pêşveçûyînê ya Avrasyayê de tê destnîşankirin.

Para xizmetgûzarîyan di aborîyê de ji 52 selefî gihîştîye 59 selefî, sêktora têknolojîya agahdarîyê ji 3.3 selefî gihîştîye 5.5 selefî û sêktora darayî jî ji 6 selefî gihîştîye  9.1 selefî.Projeyên xanî û geşbûna îpotêkê (+33 selef salane) gihîştîye. Miaşê navînî sêktora taybet de di sala 2024 a  li gorî sala 2019 a 61 selefî zêde bûye. Zêdebûna herî mezin ya miaşan di sêktorên jêrîn de hatîye dîtin: darayî (+131 selef), têkknolojîya agahdarîyê (+96 selef).

Di navbera salên 2020 î û 2024 a de, hinardekirin hema pênc qat zêde bûye, ji 2.6 mîlyard dolarî gihîştîye 13.1 mîlyard dolarî.

Rêyên bazirganîyê bi girîngî guherîn: para Rûsyayê ji 27 selef zêde bûye gihîştîye 41 selefî, ya Yektîya Mîrtîyên Ereba ji selefekê  bûye 18 selef û ya Yekîtîya  Avropayê  ji 21 selefî bûye 8 selef.

Bazirganîya giştî ya der gihîştîye 30.2 mîlyard dolarî ji 8.1 mîlyard dolarî ji ya sala 2019 a zêdetir bûye.

Sala 2020 î berhemên navxweyî  ji 67 selefî  daketîye 50 selefî.

Înflasîyon bi navînî 3.8 selef bûye (salên 2015–2019 a de ji 1.5 selefî zêdetir bûye).

Di pênc salên borî de, Ermenîstanê mezinbûn û berxwedana aborî ya qewîn nîşan daye.Cûre-cûrkirina hinardekirinê, pêşkeftina pîşesazîyê (di nav de komplêksa çandinî-pîşesazîyê û têknolojîyên çandinîyê), û veberhênanên çalak di têknolojîya agahdariyê, darayî û binesazîyê de warên sereke ne ji bo bêtir zêdekirina potênsîyala aborî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button