Almanya wê 84,6 mîlyon yûro deyn û alîkarî ji bo pêşxistina ênêrjîya nûjen û karîgerîya ênêrjîyê bide Ermenîstanê

Girîngîya sereke ya nîqaşa di navbera hukumetên herdu welatan de li ser hevkarîya di ênêrjîya nûjenkirî, karîgerîya ênêrjîyê, perwerdehîya têknîkî ya pîşeyî, başkirina binesazîya avê, rêformên rêveberîya axê, sêktora têknolojîk û di çarçoveya wê de, dabînkirina alîkariya têknîkî û darayî ji Ermenîstanê re ji hêla komara Almanîyayêye Fêdêral ve bûye.Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan, dema ku pêşnûmeya qanûnê “Li ser pesendkirina peymana “Li ser hevkariya darayî ya di navbera hukumeta Komara Ermenîstanê û hukumeta Komara Almanîyayêye Fêdêral de ji bo sala 2023 a” raber kirîye, gotîye.
Li gorî wî, Ermenîstan wê li gorî yek peymanê 84,6 mîlyon yûro alîkarî û deyn werbigire.
Li gorî Gêvorg Papoyan, deyn wê di du qonaxan de bê dayîn: qonaxa yekem wê deynek 26 mîlyon yûro û alîkarîya 2 mîlyon yûroyî be, û qonaxa duyem jî wê deynek 40 mîlyon yûro û alîkarîya mîlyonek yûroyî be. Ev pere wê ji bo pêkanîna bernameya “Pêşxistina ênêrjîya nûjenkirî û karîgerîya ênêrjîyê” bê bikar anîn.
Ev mijar li civîna 13 ê cotmehê ya komîtêya daîmî ya karûbarên darayî, krêdî û byûcêyê de hatîye nîqaşkirin. Komîtêyê nêrîneke erênî daye pêşnûmeya qanûnê. Pêşnîyar hatîye kirin ku ew di rojeva pêşnûmeyê ya civînên Emenîstanê yên pêşerojê de bê bicîhkirin.







