Ez pêşwazîya veberhênanên Tirkîyayê li Ermenîstanê diki:dema ku sînor vebe, em dikarin li wir jî veberhênan bikin:Papoyan

Hevaltîyên tirkî ji sala 2012-2013 a vir ve li Ermenîstanê dixebitin.Derheqa wê yekêda wezîrê aborîyê Gêvorg Papoyan 13 ê cotmehê, di civîna rojnamevanan de li meclîsa neteweyî gotîye û li ser fikarên ku dibe ku hebûn û hevaltîyên darayî yên tirkî-adirbêcanî di bin navên hevaltîyên amêrîkî de xuya bibin, axivîye.
Ew di zincîra firotana cil û bergan ya ermenî de bi şiklê çend marqeyan têne temsîl kirin. Ji bilî vê, di rewşa yekê de, pir raste-rast, ango ne bi navbeynkarîyê, lê pir raste-rast. Ez van veberhênanan pêşwazî dikim, ji ber ku her aştîyek di navbera cînaran de divê bi veberhênanên darayî bê xurt kirin heger em aşîtîyeke domdar li herêmê dixwazin.
“Ez pir normal dibînim ku li Ermenîstanê, bo nimûne, di rewşa aşîtîyê de, piştî vekirina sînoran, veberhênan bên, di nav de yên Tirkîyayê jî, û em biçin wir û veberhênanan bikin. Heger hûn difikirin ku di rewşek berevajî de em dikarin bibin dewletek guncaw, wê hingê li dîroka dewletê ya di 3 dehsalên berê de binêrin”,- ewî destnîşan kirîye.







