Komîtêya hevbeş ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê li Bryûsêlê li ser bicîhanîna peymana hêsankirina vîzayê nîqaş kirîye

Civîna heyştemîn ya komîtêya hevbeş ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê ya li ser hêsankirina vîzayê li Bryûsêlê, bi hevserokatîya serokê beşa konsûlxaneyê ya wezîreta Ermenîstanêye karên der Artûr Pêtrosyan û cîgirê serokê yekîneya sîyaseta vîzayê li rêveberîya giştî ya koçberî û kar û barên navxweyî ya komîsyona avropî Antûan Savarî pêk hatîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta karên der daxuyanî daye.
Di destpêka civînê de, hevserokên komîtêyê bi xeberên vekirinêva pêşda hatine, piştî wan qeydên civîna heftemîn ya berê ya komîtêyê hatine pejirandin.Pêvajoya bicîhanîna peymana “Li ser hêsankirina dayîna vîzayan di navbera Komara Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê de” hatîye nîqaşkirin. Bi taybetî, statîstîkên li ser dayîna vîzayên ketina Şêngênê û her weha pirsgirêkên din yên ji bicîhanîna peymanê derdikevin, hatine nîqaşkirin.
Alîyê ermenî pirsgirêkên têkildarî bicîhanîna şertên ku di Peymanê de hatine destnîşankirin anîne ziman, bi taybetî bal kişandine ser hebûna sînorkirî ya randêvûyan, demên kurt yên derbazdarîya vîzayên hatine dayîn, û pêwîstîya sepandina yekreng ya rêzikan, belgeyên pêwîst, û xercên ku di Peymanê de hatine destnîşankirin. Alîyan li ser vebijarkên gengaz ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hatine destnîşan kirin nîqaş kirine.
Nîşaneyên erênî yên hevkarîyê di mijara vegerandina penaberan de û pêşketinên ku Ermenîstanê bi dest xistine jî hatine nîqaşkirin.
Di rûniştinê de pêvajoya serbestberdana vîzayê ya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê jî hatine nîqaşkirin. Alîyê Ermenîstanê tekez kirîye ku ew pabend e ku rêformên ku ji plana çalakîyê ya serbestberdana vîzayê ya Ermenîstanê-Yekîtîya Avropayê derdikevin, bicîh bîne.







