
Fermandarê giştî yê HSD ê dîyar kirîye ku wan bi hukumeta Sûryayê re behsa lezkirina hewldanên ji bo bicihanîna peymana 10 ê adarê kirîye û daye zanîn ku ew ji bo Sûryayê daxwaza sîstêmeke nenavendî dikin.
Fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvîna xwe de ji AFP ê re behsa serdana xwe ya Şamê û hevdîtina xwe ya bi serokkomarê Sûryayê yê qonaxa veguhêz Ahmed Şer û çend berpirsên din yên payebilind yên Sûryayê re kirîye.
Mezlûm Ebdî daye zanîn ku daxwazeke hevpar û xurt heye ji bo ku peymana 10 ê adarê bê bicihanîn.
Fermandarê giştî yê HSD ê her wiha gotîye:”Xala herî girîng têgihiştineke destpêkê ya li ser mêxanîzmaya tevlîkirina Hêzên Sûrya Dêmokratîk û hêzên ewlehîya hundirîn bi wezîretên parastin û karên navxwe yên Sûryayê re ye”.
“Serkeftin girêdayî Tirkyayê ye”
Mezlûm Ebdî dîyar kirîye ku Hêzên Sûrya Dêmokratîk wê tevlî wezîreta parastinê bibin û behsa rola bibandor ya Tirkyayê jî kirîye da ku ev hewldan bi ser bikeve û wiha anîye zimên:
“Serkeftina van gotûbêjan girêdayî rola Tirkyayê ye. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in ku di pêvajoya dan û standinan de roleke piştgir û erênî bilîze”.
“Me li ser sîstêma nenavendî li hev nekirîye”
Mezlûm Ebdî derbarê sîstêma birêvebirinê ya li “Sûrya nû” de wiha axivîye:
“Em li Sûryayê daxwaza sîstêmeke birêvebirinê ya nenavendî dikin ku heta niha nehatîye pesendkirin û me di vî warî de li hev nekirîye”.
Li alîyê din, fermandarê giştî yê HSD ê derbarê pêtrol û gaza herêmên din yên di bin desthilata rêveberiya xweser û Sûryayê de jî axivîye.
Mezlûm Ebdî li ser vê mijarê tekez kirîye ew di wê bawerîyê de ne ku “pêtrol û çavkanîyên din yên xwezayî yên li bakûr û rojhilatê Sûryayê milkê hemû sûryanyan e û divê dahat jî bi awayekî wekhev li ser parêzgehên Sûryayê bê dabeşkirin”.







