Pavîlyona neteweyî ya Ermenîstanê di pêşangeha EXPO 2025 Osaka, Kansaî, Japonya de wek duyemîn pavîlyona pola-C ya herî baş hatîye nas kirin

Merasîma xelatdayînê ya mezintirîn pêşangeha navneteweyî berîya girtina pêşangeha cîhanî ya EXPO 2025 Osaka, Kansaî, Japonya hatîye lidarxistin. Derheqa wê yekêda wezîreta aborîyê ya komara Ermenîstanê ragîhandîye.
Di merasîma xelatdayînê de, pavîlyona neteweyî ya Ermenîstanê ji alîyê byûroya pêşangehên navneteweyî ve wek duyemîn pavîlyona pola C ya herî baş di katêgorîya “Pêşangeh û dîzayn” de hatîye nas kirin.
Merasîma xelatdayînê her pênc salan carekê di navbera beşdarên navneteweyî de tê lidarxistin, û jyûrîya serbixwe ya byûroyê li gorî herêmên ku di du katêgorîyên sereke de têne temsîlkirin, 6 mehan pavîlyonên navneteweyî dinirxîne: “pêşvebirina mijarê” û “nîşandan û sêwirandin”.
Pêşangeha cîhanî ya pîşesazîyê ya sala 2025 a wê ji 13 ê nîsanê heta 13 ê cotmehê li Osakaya Japonyayê bê lidarxistin.
Ermenîstan bi pavîlyoneke bi navê “Stûnên îro û sibê” beşdarî pêşangeha cîhanê ya sala 2025 a dibe, ku mîrateya dîrokî û çandî ya dewlemend û potênsîyala nûjen ya Ermenîstanê nîşan dide.







