H’emû nûçeSereke

Brîtanyaya Mezin wê êmbargoya çekan ya li ser Ermenîstanê û Adirbêcanê bi temamî betal bike

Brîtanya Mezin bi germî pêşwazîya pêşketinên ku Ermenîstan û Adirbêcanê di rêya aşîtîyê de bi dest xistine dike-ev pêşketin ji bo hewildanên ji bo mîsogerkirina aşîtî û aramîya mayînde li herêmê girîng in.Derheqa wê yekêda   di daxuyanîya wezîrê dewletê yê Brîtanya yê ji bo Avropayê û Amêrîkaya Bakûr Stîvên Daûtîda hatîye dîyarkirin.

Tê destnîşankirin ku, bi berçavgirtina vê pêşketinê û bi armanca piştgirîya pêvajoya aşîtîyê, hukumeta Brîtanyayê biryar daye ku têkilîyên xwe yên dualî yên bi Ermenîstanê û Adirbêcanê re bigihîne asta hevkarîya stratêjîk.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ji ber pêşketina girîng ya di pêşvebirina aşîtîyê de û encamên dîrokî yên civîna dawî ya serok Tramp li Waşîngtonê, Brîtanîya Mezin bawer dike ku aqilê li pişt êmbargoya çekan ya ku ji hêla Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya  Avropayê ve di sala 1992 a de hatibû pêşnîyarkirin, îdî nemaye. Ji ber vê yekê, Brîtanîya Mezin wê êmbargoya çekan ya li ser Ermenîstanê û Adirbêcanê bi tevahî rake”.

Ev biryar wê rê bide Brîtanîya Mezin ku di sêktora ewlehî û parastinê de bi him Ermenîstanê û him jî Adirbêcanê re hevkarîyê bike û piştgirîyê bide hewildanên wan yên ji bo parastina serwêrî û yekparçeya axa wan.

Di daxuyanîya Daûtî de wiha hatîye gotin: “Em ê rewşa ewlehîyê ya herêmî û navxweyî ya hem li Adirbêcanê û hem jî li Ermenîstanê bi baldarî bişopînin. Em bi dil û can hêvî dikin ku ev kêlîyeke guncaw be ji bo avakirina aşîtî, ewlehî û serfirazîyê li Başûrê Kafkasyayê.Brîtanîya Mezin amade ye ku bi her du welatan, Dewletên Yekbûyî, Yekîtîya Avropayê û hevkarên din re bixebite da ku roleke avaker û çalak di piştgirîya rêformê de, û her weha di mîsogerkirina ewlehî û aramîya herêmê de bi tevahî bilîze”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button