H’emû nûçeSereke

Bi îpotêkê û ji dûr ve: Ermenîstan wê pêvajoya kirîna milkê nekêşbar ji bo veberhênerên bîyanî hêsan bike

Welatî, tevî veberhênerên bîyanî, wê bikaribin li Ermenîstanê bi karanîna krêdîya xanyan, bêyî noterêkirin yan hebûna şexsî ya mecbûrî, milkên nekêşbar bikirin.Derheqa wê yekêda  15 ê cotmehê serokê komîtêya kadastrê ya Komarê Sûrên Tovmasyan, civîna komîtêya daîmî ya parlamêntoyê ya kar û barên aborî de, di dema nîqaşkirina pakêtek pêşnûmeqanûnên li ser guhertinên qanûna sîvîl û qanûnên têkildar de hatîyee ragîhandin.

Tovmasyan rave kirîye ku “Peymanên weha divê ji bo qeydkirina mafên dewletê bêyî tu pejirandina notarê bên raber kirin. Bank, wek deyndarê îpotêkê, divê peymanê bi êlêktronîkî raberî komîtêya kadastrê bike”.

Li gorî rayedar, ev destpêşxerî du armancên sereke dişopîne. Bi taybetî, hêsankirina pêvajoyan û kêmkirina lêçûnan. Ji ber ku welatî îdî ne hewceyî notarê û dayîna wekaletnameyê ne. Armanca duyemîn pêşxistina bazara milkê ye. Li gorî cîgirê wezîr, ev yek wê bihêle ku veberhênan li bazara milkê ya Ermenîstanê, heta dema ku li derveyî welêt bin jî, bên kirin.

Bi vî awayî, heger kesek li derveyî welêt dijî bixwaze veberhênanekê bike û bi krêdîya xanîyan milkê nekêşbar bikire, ew ê bikaribe peymana kirîn û firotanê ji dûr ve bêyî ku serdana Ermenîstanê bike îmze bike. Bank, di berdêla xwe de, divê peymanê bi şêweya êlêktronîkî raberî komîteya kadastrê bike. Ev ê bibe bingeha qeydkirina dewletê ya maf.

Di heman demê de, welatî wê bijarteyek hebe. Ew ê bi xwe biryar bidin ka gelo mêxanîzmaya dîjîtal ya nû bikar bînin yan jî rêbazên kevneşopî yên notarê bişopînin.

Piştî hin nîqaşan, vê destpêşxerîya qanûnî ji komîtêya daîmî ya parlamêntoyê bersiveke erênî wergirt.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button