H’emû nûçeSereke
Bi sedan ermenîyên xiristîyan di şerê li dijî Sedem Huseyn de ji bo parastina Îranê canê xwe feda kirine Sepah Pasdaran

Civaka xiristîyan ya Îranê pir rêzdar e, û bi sedan xiristîyanên ermenî salên 1980 î de di şerê li dijî Sedem Huseyn de jîyana xwe ji bo parastina Îranê feda kirin, kanala Telegramê ya Sepah Pasdaran dinivîse.
“Gelek ji van şehîdan bi merasîmên fermî yên leşkerî bi rê û resmên xiristîyanî hatine definkirin, di nav de tabûtên bi alê pêçayî û xaç bi zelalî li ser wan hatîye danîn”.
Kanal dinivîse: “Bi sedan dêr li Îranê dixebitin û xiristîyan dikarin bi azadî ola xwe pêk bînin, sê kursîyên wan yên veqetandî di parlamêntoyê de hene û heta ji hin qanûnan jî mûaf in”.







