H’emû nûçeSereke

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan sêkrêtara cîbicîkar ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser cûre-cûrîya bîyolojîk Astrîd Şûmêykêr qebûl kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan sêkrêtara cîbicîkar ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser cûre-cûrîya bîyolojîk Astrîd Şûmêykêr qebûl kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, wezîreta Ermenîstanêye karên der radigihîne ku di hevdîtinê de li ser xebatên amadekarîyê yên konfêransa 17 emîn ya alîgirên peymana cûre-cûrîya bîyolojîk (COP17) ku wê di sala 2026 a li Yêrêvanê bê lidarxistin, axivîne. Hatîye tekez kirin ku niha, xebatên berbiçev li ser amadekarîyên bingehîn û têknîkî yên bûyerê hatine kirin, ku armanca wan lidarxistina konfêranseke bi heybet û berfireh ye.

Ararat Mîrzoyan û Astrîd Şûmêykêrê li ser ramanên ku wê bibin alîkar ji bo lidarxistina serketî ya konfêransê û bi giştî di çarçoveya Netewên Yekbûyî de hevkarîyê pêşve bibin, fikirên xwe parve kirine û amadebûna Komara Ermenîstanê û sêkrêtarîya konvênsîya û her weha hevkarên navneteweyî, ji bo hevkarîya çalek di pêkanîna wan de tekez kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button