SerekeSîyasî

God Nîsanov, Vagîd Alêkpêrov û hejmareke adirbêcanîyên din di lîsteya dorpêçên ku ji hêla Brîtanyayê ve hatine sepandin

Wezîreta Brîtanyayêye fînansa berfirehkirina dorpêçên li dijî Rûsyayê ragîhandîye. Ev qedexe ji bo «Rosnêft» û «Lûkoîl» ê, sazîyên bi wan re girêdayî li Çînistanê, Hindistanê û Yekîtîya Mîrtîyên Ereba û her wiha 51 tankerên aîdî “fîloya sîyê” û çend bankayan derbaz dibe.

Bi tevahî 90 kes û sazî di bin dorpêçan de nin. Dozên nû qerimandina mal û milkên xwe, qedexeyên seferê û hejmareke sînorkirinên din dihewîne.

Medyaya Adirbêcanê radigîhîne ku di lîsteya ku ji hêla Brîtanyayê ve hatîye weşandin  navên hejmareke karsazên adirbêcanî jî hene.Di nav wan de serokê  «Lûkoîl» ê, Vagîd Alêkpêrov, serokê meclîsa rêvebir ya hevaltîya “Kîêvskaya ploçad” ê  God Nîsanov û Zaxar Îlîêv hene ku ji ber têkilîyên karsazîyê yên bi Nîsanov re di lîsteya cezayan de ye.

Di lîsteyê de her wiha Ahmed Kerîmov, Anar Madatlî, Talat Safarov, Êtîbar Êyûb, Tahîr Garayêv, serokên hevaltîya bazirganîya pêtrolê ya “Coral Energy Group” ê û Şanlîk Şyûkûrov, nûnerê hevaltîya “Mastêl Makîna” ê ya ku li Tirkîyayê qeydkirî ye, hene. Kesekî din yê adirbêcanî, gardîyanê berê yê girtîgehê Fîkrêt Tagîyêv, bi mirina parêzer Sêrgêy Magnîtskî tê tawanbarkirin.

Hukumeta brîtanî Tagîyêv berpirsîyarê mûameleya xerab ya li hember Sêrgêy Magnîtskû li navenda binçavkirinê ya “Matroskaya tîşîna” ê berî mirina wî  sala 2009 a  dibîne û ewî bi veşartina delîlên li ser şert û mercên mirina xwe tawanbar dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button