H’emû nûçeSereke

Daxuyanîyên ku dibêjin Paşînyan elam kirîye ku derbarê veguhestina beşeke ji Syûnîkê bo Adirbêcanê  dêzînformasîyon in

Rojên dawî, gelek dezgehên medyayê yên navneteweyî û herêmî û her weha li ser torên civakî agahîyên derew belav bûne ku tê de tê îdîakirin ku serokwezîr Nîkol Paşînyan veguhestina beşeke ji axa herêma Syûnîkê bo Adirbêcanê û avakirina herêmeke sînorî ya taybet ji bo Tirkîyayê ragîhandiye.

Li gorî “Armenpress” ê, berdevka serokwezîrê Komara Ermenîstanê, Nazêlî Baxdasaryanê li ser rûpela xwe ya Facebook ê bi fermî ragîhandîye ku ev weşana navborî dêzînformasîyon e, tu bingeheke rastîn yan qanûnî tune ye, û pêkhateyek ji şerê hîbîrîd ê li dijî Komara Ermenîstanê ye.

Baxdasaryanê ji welatîyan, dezgehên medyayê û platformên analîtîk xwestîye ku ji belavkirina dêzînformasîyonê dûr bisekinin, pêbawerîya agahîyan verast bikin û tenê bi peyamên fermî tevbigerin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button