H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bi lez û bez dibe cîhekî dînamîk û balkêş ji bo karsazîya navneteweyî:bayloza Padişatîya Yekbûyî

Ermenîstan ji hêla erdnîgarî ve xwedî cihekî stratêjîk e û bi sûdwergirtina ji vê cîhî, dikare bibe beşek ji xaçerêya di navbera Avropayê û Asyayê de, ji ber vê yekê ew bi lez û bez dibe cîhekî dînamîk û balkêş ji bo karsazîyên navneteweyî.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  balyoza Padişatîya Yekbûyîye li Komara Ermenîstanê, Alêksandra Koûlê di dema “Forûma bazirganî û veberhênanê ya navneteweyî” de ku ji alîyê konsêya veberhênanê ya Ermenîstanê ve hatîye organîzekirin gotîye.

Di destpêka axaftina xwe de, balyozê spasîya banka nûavakirin û geşepêdanê û navenda piştgirîya veberhênanê ya Ermenîstanê kirîye ji bo organîzakirina vê çalakîyê, bi piştgiriya fonda Brîtanîya Mezine “Rêvebirîya baş”.

Balyoz Alêksandra Koûlê tekez kirîye ku “Ermenîstan di nav veguherînek berbiçev de ye. Em ajandeyek rêformxwaz dibînin. Ez difikirim ku Ermenîstan û ermenîyan her gav xwedî gîyaneke karsazîyê bûne, lê niha ez bi rastî dikarim hîs bikim ku ew gîyan bi rengekî nû zindî dibe. Ermenîstan di cihekî stratêjîk de ye û bi karanîna vê cîhê, dikare bibe beşek ji xaçerêya di navbera Avropayê û Asyayê de, ji ber vê yekê ew bi lez û bez dibe cîhekî dînamîk û balkêş ji bo karsazîya navneteweyî”.

Ewê bi serbilindî destnîşan kirîye ku  Padişatîya Yekbûyî di vê rêwîtîya pêşketinê ya Ermenîstanê de hevakareke demdirêj e.

“Em piştgirîyê didin efirandina jîngeheke karsazîyê ya reqabetir û zindîtir li vî welatî. Civîn ji forûmekê bêtir e. Ew bi rastî platformeke ji bo çalakîyê ye. Em hêvî dikin ku ew rêberên karsazîyê, çêkerên polîtîkayê û veberhênerên ji Ermenîstanê û derveyî welêt bîne cem hev û derfetên lêkolîn û avakirina hevkarîyan peyda bike da ku pêşeroja bazirganî û veberhênanê li seranserê herêmê şekil bide. Em dixwazin bêtir çalakî li deverên ku nûjenî, karsazî û hevkarîya navneteweyî dikarin geş bibin bibînin, ji ber ku dema ku em li Ermenîstanê veberhênanê dikin, em di pêşerojeke berxwedan, nûjenî û serfirazîya hevpar de veberhênanê dikin”,- balyoz Alêksandra Koûlê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button