H’emû nûçeSereke

Yekîtîy Avropayê amade ye ku amûrên xwe ji bo pêkanîna projeya “Rêya Tramp” û destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” raber bike.

Yekîtîya Avropayê amade ye ku amûrên xwe ji bo pêşxistina girêdanê ne tenê di çarçoveya projeya “Rêya Tramp” lê di heman demê de di çarçoveya tevahîya destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê de jî raber bike.

Li gorî “Armenpress” ê, hevpeyvîna bi rojnamevanan re li  Syûnîkê, balyozê Yekîtîya Avropayêyî li Ermenîstanê Vasîlîs Maragos gotîye, dema ku li ser belgeyên ku Ermenîstan, Adirbêcan û Dewletên Yekbûyî 8 ê tebaxê li Waşîngtonê îmze kirine, gotîye.

Maragos gotîye: “Bûyer û civînên ku 8 ê tebaxê  li Waşîngtonê pêk hatine ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve hatiye pêşwazîkirin û ji wê rojê ve me amadebûna xwe ji bo piştgirîya van destpêşxerîyan û girêdanê nîşan daye.Em amade ne ku amûrên xwe ne tenê di çarçoveya projeya “Rêya Tramp” de, lê di heman demê de di çarçoveya tevahîya destpêşxerîya “Xaçerêya aşîtîyê” de jî veberhênan bikin, ku du sal berê, dema ku hukumeta Ermenîstanê ew elam kir, ji alîyê Yekîtîya Avropayê ve hatîye pêşwazîkirin”.

Balyoz her wiha gotîye ku Yekîtîya Avropayê bi berdewamî piştgirîyê dide aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê.

Maragos destnîşan kirîye ku “Em pir kêfxweş in ku aşîtî tê. Gelek hûrgilî hîn jî divê bên zelalkirin, lê em wekî hevkarê pêbawer yê Ermenîstanê, gelê ermenî û hukumeta Ermenîstanê li vir in, da ku di vê pêvajoyê de piştgirîyê bidin we”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button