H’emû nûçeSereke
Bekû alîgirê bicîhkirina leşkerên rûsî li ser rêya hesinî bûye, lê em li dijî wê bûne:Ararat Mîrzoyan

Em usa difikirin ku di danûstandinên ku çend meh û salan dom kirine, alîyê Adirbêcanê hewl dida ku ji bo vê herêmê cûreyeke korîdorek derveyî erdê biefirîne, derheqa wê ekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan hevpeyvîna bi DW ê re gotîye.
Wezîr destnîşan kirîye ku “Bo nimûne, wana daxwaz kirîye ku hêzên çekdar yên welatekî sêyemîn li ser vê rîya hesin bê bicîhkirin. Ez tînim bîra xwe ku wana çawa digotin ku divê leşkerên rûsî li ser rîya hesin bên bicîhkirin. Bê guman, ev ji bo me nayê qebûlkirin. Korîdor tune, lê “Rîya Tramp ber bi aşîtî û refaha navneteweyî” heye.







