Biryara Adirbêcanê ji bo pêşvebirina rojeva aşîtîyê girîng e:cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê

Cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv ya li ser rakirina qedexeyên li ser derbazbûna baran bo Ermenîstanê pêşwazî dike.Ewî bersiva pirsa “Armenpress” ê daye, hewldanên hevkarên xwe yên Adirbêcanê û Qazaxistanê û xebata ku di vî warî de hatîye kirin pir pesin kirîye.
-Birêz Grîgoryan, hûn ê daxuyanîya serokkomarê Adirbêcanê ya li ser rakirina qedexeyên li ser veguhestina barhilgir bo Ermenîstanê çawa şîrove bikin?
-Bê guman, ez kêfxweş im û biryara serokkomarê Komara Adirbêcanê ya rakirina qedexeyên li ser veguhestina barhilgir bo Ermenîstanê bi xêr hatî pêşwazî dikim.
Ev gav di vekirina danûstandinên herêmî, qewînkirina bawerîya hevbeş û pêşvebirina ajandaya aşîtîyê de pir girîng e. Ez hewl û xebata hevkarên xwe yên Adirbêcanê û Qazaxistanê di vî warî de pir teqdîr dikim.







