Demeke nêzîkda koma genimê Qazaxistanê wê bi rêya Adirbêcanê derbazî Ermenîstanê bibe:wezîrê Ermenistanêyî aborîyê

Demeke nêzîk de, koma yekem ya genimê Qazaxistanê wê bi rêya Aktaû-Bekûyê û dû re jî bi rêya Adirbêcanê û Gurcistanêye hesinî bikeve Ermenîstanê.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Komara Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.
Papoyan nivîsîye: “Demeke nêzîk de yekem koma genimê Qazaxistanêye Aktaû-Bekû, dû re jî bi rêyaAdirbêcanê û Gurcistanêye hesinî bikeve Ermenîstanê.Aşîtî hatîye damezrandin”.
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv ragîhandîye ku Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser derbazbûna baran ji axa xwe ber bi Ermenîstanê ve derxistîye. “Ez dixwazim destnîşan bikim ku Adirbêcanê hemû qedexeyên li ser derbazbûna baran ji bo Ermenîstanê derxistîye. Yekem derbazbûna wiha veguhastina genimê Qazaxistanê bo Ermenîstanê bûye. Ez difikirim ku ev jî nîşaneke baş e ku aşîtîya di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de îdî ne tenê li ser kaxezê ye, lê di heman demê de xwedî îfadeyeke pratîkî ye jî”,- Îlham Elîyêv wextê civîna çapemenîyê ya hevbeş bi serokkomarê Qazaxistanê Qasim-Comart Tokayêv re gotîye.







