H’emû nûçeSereke
Li Yêrêvanê bi beşdarîya nûnerên civaka sîvîl yên Ermenîstanê û Adirbêcanê, nîqaşeke sivira gilover pêk hatîye

21-22 ê cotmehê li Yêrêvanê nîqaşeke sivira gilover ya dualî bi beşdarîya nûnerên civaka sîvîl yên ji Ermenîstanê û Adirbêcanê pêk hatîye.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda navenda lêkolînên sîyaseta ewlehîyê derbarê vê yekê de daxuyanîyek weşandîye.
Niqaşê de, xêncî mijarên din, rojeva aşîtîyê ya piştî civîna li Waşîngtonêye 8 ê tebaxê hatiye avakirin, tedbîrên ji bo qewînkirina bawerîya hevbeş di navbera her du civakan de, rêbazên gengaz yên avakirina hevkarîya aborî ya domdar li Başûrê Kafkasîyayê, û her weha pêrspêktîvên avakirina têkilîyên raste-rast û demdirêj di navbera nûnerên civaka sîvîl ya her du welatan de hatine niqaşkirin.







