H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan bi nûnerên civaka sîvîl yên li Ermenîstanê û Adirbêcanê re civîyaye

22 ê cotmehê sêkrêtarê konsêya ewlekarîya neteweyî ya Komara Ermenîstanê Armên Grîgoryan bi beşdarên nîqaşeke sivira girover ya dualî ku li Yêrêvanê bi beşdarîya nûnerên civaka sîvîl yên Ermenistanê û Adirbêcanê hatîyee lidarxistin, civîyaye.

Sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Armên Grîgoryan lidarxistina civînên bi vî rengî di çarçoveya pêvajoya normalîzasîyakirina Ermenîstan-Adirbêcanê, ku armanc dikin bandoreke erênî li ser avakirina têkilîyên di navbera mirovan de bikin, pir nirxandîye. Armên Grîgoryan her wiha tekez kirîye ku beşdarbûna qatên cuda yên civakê tenê wê aşîtîyê qewîn bike.

Nûnerên civaka sîvîl, ji ber organîzasîyakirina çalakîyê û dabînkirina atmosfêreke erênî spasîya alîyê ermenî kirine. Beşdaran girîngîya berdewamîya înîsîyatîvên bi vî rengî yên ku armanc dikin qewînkirina bawarîya hevbeş û hevkarîyê tekez kirine.

Di beşa duyemîn ya civînê de, sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê bersiva pirsên beşdaran dane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button