H’emû nûçeSereke

Em ji bo qewînkirina têkilîyên Yekîtîya Avropayê-Ermenîstanê dixebitin:Vasîlîs Maragos

Yek ji pêşînîyên hevkarîya Yekîtîya Avropayê bi Ermenîstanê re destpêkirina beşa duyemîn ya bernameya “Berxwedan û mezinbûn” e.

Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokê mîsyona Yekîtîya Ewropayêye li Ermenistanê Vasîlîs Maragos dema çalakîya agahdarkirinê ya bernameyê ya Yekîtîya Avropayê ku di 22 ê cotmehê li Yêrêvanê hatîye lidarxistin, elam kirîye.

“Em ji bo qewînkirina têkilîyên Yekîtîya Avrorpayê-Ermenîstanê dixebitin. Em gelek tiştan dikin. Em li ser ewlehîyê dixebitin. Em gelek xebata li ser cihêrengîya aborî dikin, mînak li ser mîsogerkirina aramî û mezinbûna bernameyeke karsazîya azad. Em bi hukumetê re ji nêz ve dixebitin. Mehek pêşda, komîsara Yekîtîya EAvropayê ya ji bo piştgirîya aborî  ya Ermenîstanê, Marta Kosê bi hukumetê re niqaş kirîye û destpêkirina beşa duyemîn ya bernameya “Berxwedan û mezinbûn” ê ragîhandîye. Beşek ji fondê wê ji bo veberhênanan, beşa din ji bo piştgirîya bingehîn ji bo pêşkeftina erdê, beşa din ji bo piştgirîya byûcêyê ya raste-rast, piştgirîya hukumetê ji bo pêkanîna rêformên taybetî û projeyên din yên berdewam, ku bi awayê, beşdarî baştirkirina dîyalogê bi hukumetê re di sêktora perwerdehîyê de dibe. Em beşek ji rêformên ku têne pêkanîn fînanse dikin. Em her weha bi awayeke çalak veberhênanê li serlêdanên nefermî dikin”.

Vasîlîs Maragos destnîşan kirîye:”Hûn dizanin ku me bi TUMO re hejmareke projeyên hevbeş fînanse kirine.Avakirina navenda nû ya hevgirtinê ya TUMO wê ji hêla Yekîtîya Avropayê ve bê fînanse kirin. Avayîkî mezin wê bê çêkirin, ku destûra avakirinê jixwe hatîye wergirtin. Û ev, di rastîyê de, beşek ji hevgirtinê ye ku em dixwazin bibînin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button