H’emû nûçeSereke

Projeyên veguhastinê yên Başûrê Kafkasîyayê bi hev re   pêşbazîyê nakin, lê hevdu temam dikin: Nîkol Paşînyan

Serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan şîroveyên ku dibêjin projeyên veguhastinê yên Başûrê Kafkasîyayê bi hev re pêşbazîyê dikin, parve nake û bawer dike ku berevajî vê, rêyên veguhastinê yên herêmê hevdu temam dikin.

Bi ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan konfêransa  5 emîn ya “Rêya hevirmiş”  ku li Tibîlîsîyê hatîye lidarxistin, dîyar kirîye.

Serokwezîr destnîşan kirîye ku “Bila ez bêjim ku ez bi tevahî bi wê ramanê re ne razî me, ji ber ku rêyên veguhastinê yên herêma me hevdu temam dikin, potênsîyala tranzîtê ya Başûrê Kafkasîyayê zêde dikin. Bila ez mînakek bînim. Di encama bicîhanîna xala sêyemîn ya dêklarasîyona Waşîngtonê, rîya hesin Kendava Farsî-behra Reş jî wê bê vekirin, ku potênsîyala tranzîtê ya ne tenê Ermenîstanê, lê di heman demê de ya Gurcistanê û Adirbêcanê jî pir zêde dike”.

Li gorî wî, şertê herî girîng ji bo bicîhanîna van hemû peymanan aşîtîyê ye, ku di encama civîna bilind ya Waşîngtonê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin.

Paşînyan tekez kirîye ku “Niha em dixebitin ku aşîtîya ku bi Adirbêcanê re hatîye danîn bêtir sazûmanî bikin, peymana sazkirina aşîtî û têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, îmze bikin û pesend bikin. Di heman demê de, hemî rêyên veguhastinê wê yek bi yek bê vekirin, ku guhertineke dîrokî tîne herêma me”.

Li gorî serokwezîr Paşînyan, dîyaloga Ermenîstan-Tirkîyayê, aşîtîya ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye damezrandin, projeya TRIPP û têkilîyên cînartîya baş di navbera welatên herêmê de wê Başûrê Kafkasyayê bike rêya tranzîtê ya herî balkêş di rêgehên Bakûr-Başûr û Rojhilat-Rojava de, ev tê vê wateyê ku binesazîya hemî welatên herêmê wê zêde bargiran be û dibe ku ji bo xizmetkirina herikînên zêde têrê neke.

Serokwezîr gotîye: “Eleqeya navneteweyî ya mezin ku niha li ser Başûrê Kafkasîyayê ye, sermayeyek e ku Ermenîstanê, Gurcistanê û Adirbêcan bi hev re divê bi awayekî rast bikar bînin da ku pêşkeftin û aramîya herêmê mîsoger bikin.Şanseke dîrokî li ber destê me heye ku ne tenê Başûrê Kafkasîyayê aram, lê di heman demê de jî Başûrê Kafkasîyayê pêşkeftî û geş mîsoger bikin”,-serokwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button