SerekeSîyasî

Komîsyona hilbijartinan pesnê bangeşeya Herêma Kurdistanê daye

Bangeşeya hilbijartinên encûmena nûnerên li Herêma Kurdistanê bi awayekî aştîyane û bê tundûtûjî tê meşandin.Berpirsên komîsyona Îraqê pesinê vê pêvajoyê didin û wê bi parêzgehên din yên Îraqê re didin ber hev, ku bi sedan gilî lê hatine kirin.

Birêvebirê nivîsîngeha Hewlêrê ya komîsîyona hilbijartinan ya Îraqê Merwan Mihemed ragîhandîye: “Heta niha 42 binpêkirin li parêzgeha Hewlêrê hatine tomarkirin,lê piştî ku hatine haydarkirin, ew binpêkirin tavîlê hatine rakirin. Wêne û rêklam jî ji deverên qedexekirî hatine komkirin” .Herweha gotîye: “40 haydarî ji kandîd û alîyên sîyasî yên li bazineya Hewlêrê re hatine şandin”.

Ji ber danîna wêneyan li cîhên bêdestûr, doz tenê li ser pênc kandîdan hatine vekirin û cezayê pereyan lê hatîye birîn. Komîsyonê ron kirîye ku, yek ji cezayan ji bo binpêkirinên kandîdan û alîyên sîyasî cezayê pereyan e, yên girêdayî wan gilîyên ku wêne û reklam li cîhên bêdestûr têne danîne.

Serokê desteya hilbijartinan ya Herêma Kurdistanê Neberd Omer di komîsyona hilbijartinan ya Îraqê de ragîhandîye ku, tu binpêkirineka wesa negihîştîye wan û alîyên sîyasî di van hilbijartinan de bi awayekê pir serdem bangeşeya xwe dikin.

Neberd Omer amaje jî daye: “Danberhevîyek di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û yên Îraqê de di warê tomarkirina gilîyên qanûnî de cudahîyeka mezin nîşan dide. Zêdetirî 350 gilîyan li başûr û navenda Îraqê hatine tomarkirin, lê tenê pênc gilî li Herêma Kurdistanê hatine tomarkirin. Li gorî parêzgehên din yên Îraqê, komîsyon pesinê bangeşekerên Herêma Kurdistanê dide”.

Navbirî tekez jî kirîye: “Ew rêkarên qanûnî yên ku şaredarî û birêvebirîyên bajaran li dijî kandîdan bi cîh tînin, wekî binpêkirin ji hêla komîsyonê ve nayên tomarkirin, lê bikaranîna dezgehên û timbêlên hukumetê, cîhên olî û heqaret ji hêla komîsyonê ve wek binpêkirin tên hesibandin”.

Biryar e ku hilbijartinên giştî yên encûmena nûnerên Îraqê li roja 11 ê mijdarê bên kirin. Li gorî komîsyona bilind ya hilbijartinan, 7 926 kesan li seranserî Îraqê xwe kandîd kirîye û ji bo kursîyên encûmena nûnerên Îraqê pêşbazîyê dikin.

Li hemî Îraqê tevî Herêma Kurdistanê jî, 21 mîlyon 404 291 welatîyan mafê dengdanê heye, ku 20 mîlyon 63 773 kes dê tevlî hilbijartinên giştî bibin û mîlyonek  313 980 kes jî wê tevlî hilbijartinên taybetî bibin.

38 partîyên sîyasî, 31 hevpeymanî û 75 lîstên kitekesî tevlî van hilbijartinan dibin, 7 768 kes jî ji herdu zayendan, 5 520 mêr û 2 248 jin jî dibin kandîdat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button