Sereke

Mîrzoyan û wezîrê Fransîyayêyî karên der li ser mêxanîzmên bibandor yên têkoşîna li dijî gefên hîbrîdê axivîne

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî  wezîrê Fransîyayêyî karên der Jan-Noêl Baro hatîye.

Wezîran hemû rojeva hevkarîya di navbera Ermenîstanê û Fransîyayê de nîqaş kirine.Derheqa wê yekêda  wezîreta Ermenîstanêye karên der  ragîhandîye.

Li ser xebatên ku ji bo kûrkirina têkilîyên stratêjîk têne kirin, û her weha li ser berfirehkirina hevkarîya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê, raman hatine pevguhartin.

Herwiha di hevdîtinê de li ser destpêşxerîyên ji bo mîsogerkirina hevkarîya bibandor li ser platform û formatên piralî jî nîqaş kirine.

Ararat Mîrzoyan û Jan-Noêl Baro li ser rastîyên herêmî, di nav de pêkanîna peymanên ku  meha tebaxê  li Waşîngtonê hatine bidestxistin û geşedanên girîng, axivîne.

Mijarên din yên balkêş yên hevbeş jî hatine niqaşkirin, di nav de mêxanîzmên bi bandor ji bo têkoşîna li dijî gefên hîbrîd û her weha pêşketinên li Rojhilata Navîn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button