H’emû nûçeSereke

Ermenîstan tenê sîlihên zemanên niha dikire: pirsgirêka dîvêrsîfîkasîyayê helkirîye:wezîrê Ermenîstanêyî parastinê

 Ermenîstan tenê sîlihên nivşa nû dikire.Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîsîoyna Ermenîstanêye civakî gotîye. 

Bi qîmetkirina wî, pirsigirêka dîvêrsîfîkasîya kirînên sîliha helkirîye.Wezîr daye dîyakirinê,wekî Ermenîstan çêkirina sîlihaye li Ermenîstanê dide pêşxistinê û sîlihên li vir çêkirî nava hêzên Ermenîstanêye sîlihkirîda girîngin.

Papîkyan derheqa pêwîstîya berfirehkirina sûkên derda xeberdaye.

Bi gotina wî, tevî kompanîyayên ermenî peymanên bahê 5 temam 5 dehanî  mîlyard diramî hatine morkirinê û nava  wê yekêda ew hejmar hetanî 170 mîlyard diramî zêde bûye. Wezîr gotîye, wekî kincên leşkerîyeye nû wê anegorî normên rojavayê bêne  amadekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button