H’emû nûçeSereke

Serokatîya payebilind ya Ermenîstanê qedirê ji bo qurbanîyên êrîşa terorîstî ya 27 ê cotmehê girtîye

Serokatîya herî bilind ya Ermenîstanê qedirê bîranîna qurbaniyên êrîşa têrorîstî ya ku d 27 ê cotmeha sala 1999 a li Ermenîstanê qewimî girtîye.

Li gorî “Armenpress” ê, serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçaturyan, serokwezîr Nîkol Paşinyan û serokê meclîsa neteweyî Alên Sîmonyan gul danîne ser bîrdariya ku ji bo qurbaniyên êrîşa terorîstî ya 27 ê cotmehê li hewşa meclîsa neteweyî hatiye vekirin.

27 ê cotmeha sala 1999 a, Naîrî Hunanyan, ligel birayê xwe, apê xwe û çend kesên din, êrîş li ser meclîsa neteweyî ya Komara Ermeîistanê pêk anî, ku di dema rûniştina pirs û bersivan ya hukumetê de li ber çavên endamên hukumetê pêk hat. Di encama êrîşa têrorîstî de, serokê meclîsa neteweyî ya Komara Ermenîstanê Karên Demîrçyan, serokwezîr Vazgên Sargsyan, cîgirên serokê parlamentoyê Yuri Baxşyan û Rubên Mîroyan, parlamenter Armênak Armênakyan, Mikaêl Kotanyan, Hênrîk Abrahamyan û wezîrê rêveberîya opêrasyonal Lêonard Pêtrosyan hatin kuştin û 8 kesên din jî birîndar bûn. Kanûna sala 2003 a, dadgehê cezayê heta -hetayê da Naîrî Hunanyan û 5 endamên çeteya wî, û 14 sal cezayê da endamekî din yê çeteyê. Vram Galstyan, ku cezayê heta- hetayê lê hatibû birîn, paşê xwe kuşt, û Hamlêt Stepanyan, ku cezayê 14 sal cezayê lê hatibû birîn, ji nişka ve mir.Tebaxa sala 2024 a, hate zanîn ku Aşot Knyazyan, ku di doza 27 ê cotmehê de cezayê heta- hetayê lê hatibû birîn, ji ber krîza dil mirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button