H’emû nûçeSereke
Xercên goveka parastinê nava salên 2018-2025 a zêde bûne:Papîkyan menîya kêmbûna byûcêya sala tê daye zelalkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan derheqa menîya kurtkirinên byûcêya goveka parastinê û gunehkarkirinên wê yekê xeberdaye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, Papîkyan kanala xweye Telegrameda derheqa xercên goveka parastinêda raber kirîye. Hetanî sala 2025 a xercên parastinê zêde bûne. Bona sala tê, xerc hinekî kêmbûne.
“Salên 2023,2024, 2025 a zêdaya byûcêyê qewimîye û ew yek têra dibîne ku xercên me wê çi cûreyîbin, xercên plankirî hatine lezêxistinê.Hejmarên ku min dane dîyarkirinê, wê yekê didine kifşê. Roja îroyîn gunehkarkirinên hindava meda nerastin û ez difikirim ew yek eybe”,- Papîkyan gotîye.







