Ermenîstan wê sala 2026 a ji Yekîtîya Avropayê nêzîkî 18.4 mîlyard dram wek krêdît werbigire:wezîreta fînansa

Sala 2026 a, Ermenîstan wê bi tevahî 18 mîlyard 399 mîlyon dram krêdît deyn ji Yekîtîya Avropayê werbigire. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan 27 ê cotmehê di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûcêya dewletê ya sala 2026 a li civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên palamêntê ragîhandîye.
Ji van, deynên raste-rast wê bigihîjin 14 mîlyard dramî û yên mayî jî wê di çarçoveya hevfînansekirinê de bên peyda kirin.
Hovhannîsyan goîye û zelal kirîye ku ew behsa kîjan alîyan dike û gotîye: “Ev bername wê di carekê ra çend alîyên sereke de bên bicîhanîn”.
Wekî din, wekî ku wezîr destnîşan kirîye, sala 2025 a Yekîtîya Avropayê 17 mîlyard 525 mîlyon dram wek krêdît deyn daye Ermenîstanê.
Di derbarê alîkarîyan de, qebareya wan nêzîkî 400 mîlyon dram kêm bûye û gihîştîye 949 mîlyon dramî. Ji vana 776 mîlyon dram alîkarîyan bi xwe ne û 173 mîlyon dram jî fonên ku di çarçoveya hevfînansekirinê de hatine dayîn in.







