H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê Êrdogan û Elîyêv bona beşdarbûna li civîna avropîye sîyasî, ya sala 2026 a ye li Yêrêvanê dewat kirîye

Ermenîstanê bi dereca here bilind Tirkîya û Adirbêcan bona beşdarbûna li civîna avropîye sîyasî, ya sala 2026 a ye li Yêrêvanê dewat kirîye, ya ku wê meha gulanê pêk bê.
Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li parlamêntê gotîye rojnamevana, dema ku ewî derheqa wê pirsêda xeberdaye ku gelo ji Enqerê û Bekûyê wê wekîl hebin, yan na.
“Belê, me dewatname raber kirine, me bi dokûmênta ew yek neşandîye, lê bi devikî me bi dereca here bilind ew dewat kirine”,-wezîr gotîye.
Bi xeberdana derheqa wê pirsêda ku Elîyêv û Êrdoganê bên, Mîrzoyan gotîye ku usaye.







