H’emû nûçeSereke

Hejmara tûrîstên ku mehên çile-tebaxê serdana Ermenîstanê kirine bi 1,4 selefî zêde bûye: dîyar e ku kîjan welat çavkanîya sereke ya herikînê ne

Hejmara tûrîstên ku serdana Ermenîstanê dikin  mehên çile-tebaxê de bi 1,4  selefî zêde bûye, ku ev yek bi giranî ji ber zêdebûna hejmara tûrîstên ku ji welatên din serdana Ermenîstanê dikin bûye. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenistanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan  dema niqaşa pêşîn ya pêşnûmeqanûna “Li ser byûcêya dewletê ya sala 2026 a” di civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên parlamêntêda gotîye.

“Hejmara tûrîstên ji welatên din bi 6,2 selefî zêde bûye, ev yek jî ji ber zêdebûna tûrîstên ji Gurcistanê, Çînistanê, Îranê, Fransîyayê û welatên din bûye”.

“Zêdebûn bi giranî ji hêla kêmbûna jimara tûrîstên ku ji Fêdêrasîyona Rûsyayê û Hindistanê serdana Ermenîstanê dikin, bi rêzê ve bi 2,1 û 0,8 xalên selefî, hatîye telafîkirin”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button