Hukumeta Ermenîstanê niha hewil dide ku encamên vekirina sînorê bi cînarê xwe Tirkîyayê re binirxîne: wezîreta aborîyê

Hukumeta Ermenîstanê niha hewil dide ku encamên vekirina sînorê bi cînarê xwe Tirkîyayê re binirxîne. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan 28 ê cotmehê li civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên parlamêntê, di dema nîqaşkirina pêşnûmeya byûcêya dewletê ya sala 2026 a, ragîhandîye.
Papoyan gotîye:”Vê carê em nirxandin dikin ka vekirina sînorê Ermenîstan-Tirkîyayê wê çi bandora aborî li ser bazirganîyê bike, wê kîjan bar bikaribin bên hawirdekirin, wê çi bên hinardekirin. Hişyarî heye, kar heye, lê ev jî pêvajoyek e ku divê em fêr bibin”.
Li gorî pêşbînîyên wezîr, potênsîyal e ku danûstandina bazirganîyê ya di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de salane bigihîje 700-800 mîlyon dolarî.
Li gorî wî, Ermenîstan wê bi awayekî bingehîn bikaribe barên wek derman, alavên êlêktrîkê û madeyên xav ji bo hilberîna herêmî bi bihayekî erzan ji Tirkîyayê îtxal bike. Di heman demê de, Ermenîstan wê bikaribe berhemên herêmî li wir îxrac bike.
Papoyan destnîşan kirîye:”Lê belê, destkeftîya me ya herî girîng ew e ku Ermenîstan wê bikaribe bendergehên Tirkîyayê, bi taybetî yên deryaya navîn, bikar bîne. Ji bo vê yekê, ji alîyekî ve, rêya herî kurt û raste-rast pêwîst e-bi rêya xala kontrolê ya Margarayê û ji alîyê din ve, bi rêya Gurcistanê û welatên din”.







