Moskva wê rê li ber hewildanên welatên Rojavayê yên ji bo veqetandina welatên Kafkasîyayê ji Rûsyayê bigire: Lavrov

Rojava hewl dide ku welatên Kafkasîyayê û Asya Navîn bi efirandina avahîyên xwe yên hevkarîyê ji Rûsyayê veqetîne. Moskva wê bi hemî rêbazên berdest pêşî li van hewldanan bigire. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê Rûsîyayêyî karên der Sêrgêy Lavrov di civîna çapemenîyê ku ji bo encamên civîna bilind ya konfêransa sêyemîn ya navneteweyî ya Mînskê ya li ser ewlekarîya Avrasyayê hatîye lidarxistin, gotîye.
“NATO û Yekîtaya Avropayê dîyalogên xwe, avahîyên hevkarîyê bi welatên Asyaya Navîn, welatên Kafkasîyayê re organîze dikin û Rojava hewl dide ku van têkilîyan ne ewqas ji bo hevkarîya sûdmend ya hevbeş, lê ji bo veqetandina van welatan ji Rûsyayê bikar bîne. Bê guman em ê van meylên bi hemî derfetên berdest-rêyên dîplomatîk, sîyasî û aborî-têk bibin”,- TASS gotinên Lavrov vedibêje.







