Înîsîyatîva “Meet Dilijan” piştî Tibîlîsîyê û Moskvayê li Yêrêvanê jî hatîye raberkirin

Înîsîyatîva “Meet Dilijan” ku Dîlîcanê wek cihekî geştîyarîyê hedef digire, li Yêrêvanê hatîye raberkirin. Ev înîsîyatîv berê li Tibîlîsîyê û Moskvayê jî hatibû raberkirin.
Li gorî “Armenpress” ê, Meet Dilijan wê amûr û çavkanîyên cûre-cûre raberî raya giştî bike û derfetê bide mêvanan ku bajêr bi kûrahî kifş bikin: xwezaya wê, çanda wê ya dewlemend, xwarinên wê û tebeqeyên din yên girîng.
Armanc ew e ku Dîlîjan ne tenê di bazara herêmî de, lê di heman demê de di bazara cîhanî de jî bêtir bê naskirin, û beşdarî pêşvebirina geştîyarîyê li Dîlîcanê bibe. Dilijan bibe cihekî ku ne tenê geştîyaran, lê di heman demê de hezkirîyên geştîyarîya çandî, perwerdehî û êkolojîk jî bikişîne, û bajar bike herêmeke geştîyarîyê ya naskirî û xwestî li ser asta herêmî û navneteweyî.
Înîsîyatîva “Meet Dilijan” tekez dike ku her mêvan dikare li bajêr ezmûnek bibîne ku berjewendîyên wan têr bike, çi têkilîya raste-rast bi xwezayê re be, tamkirina xwarinên herêmî be, beşdarbûna di çalakîyên çandî de be, yan jî têkilîyeke çalak bi civaka herêmî re be. Armanca projeyê ew e ku bibe amûreke pêşkeftî, nûjen û berfireh ji bo kifşkirin û belavkirina potênsîyala geştîyarîyê ya Dîlîcanê. Di dema pêşkêşkirinê de panelek û axaftinên cûre-cûre jî hatin lidarxistin.
Katya Brêdîxîna, nûnera înîsîyatîva Meet Dilijan gotîye: “Dîlîcan cihekî taybet e, tijî ênêrjîyeke zindî, mîrateyeke çandî ya dewlemend û xwezayeke paqij e. Me înîsîyatîva Meet Dilijanê ava kirîye da ku bedewîya pirqatî ya bajêr nîşanî cîhanê bidin û alîkarîya her mêvanekî bikin ku ezmûneke bêkêmasî û dewlemendtir bi dest bixe. Em dixwazin ku Dîlîcan ne tenê bibe navendeke geştîyarîyê ya herêmî, lê di heman demê de bibe navendeke geştîyarîyê ya navneteweyî jî, ku xweza, çand û civak bi hev re hawîrdoreke ecêb diefirînin”.







