H’emû nûçeSereke

Pirsgirêka ermenîyên li Adirbêcanê hîn jî pirsgirêkeke cidî ye ku gere bê çareserkirin: serokê parlamenta Ermenîstanê ji parlamenta Yêvronêstê re

Civîna giştî ya meclîsa parlamêntar ya Yêvronêstêye 12 emîn ku li Yêrêvanê tê lidarxistin, serokê  parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan li ser pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, daxuyanîya li Waşîngtonê hatîye îmzekirin û her wiha destpêşxerîyên nû ji bo hevkarîya herêmî axivîye.

Li gorî “Armenpress” ê, serokê parlamêntê destnîşan kirîye ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêşketinên berbiçev çêbûne, wek ku di daxuyanîya hevbeş ya ku ji hêla rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê  bi beşdarîya serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîye 8 ê tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, hatîye îzbatkirin. Di heman rojê de, wezîrên karên der yên her du welatan jî metna peymana avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî îmze kirine.

“Pejirandina dêklarasîyonê û îmzekirina peymana aşîtîyê nîşan dide ku aşîtî  hatîye damezrandin. Tevî vê yekê, hejmareke pirsgirêkên mirovî hîn jî çaresernekirî ne. Pirsgirêka dîlên şer yên li Adirbêcanê hîn jî pirsgirêkek cidî ye ku divê bê çareser kirin. Pêşînîyeke din ya girîng ya mirovî zelalkirina çarenûsa gelek kesên winda ye”,- Sîmonyan daye kifşê.

Ewî tekez kirîye ku di encama civîna li Waşîngtonê, Ermenîstan wê bi Dewletên Yekbûyî û alîyên sêyemîn yên ku bi hev re li hev kirine, hevkarîyê bike da ku destpêşxerîya “Rêya Trump” ber bi aşîtî û refaha navneteweyî (TRIPP) bê bicîhanîn.

“Projeya TRIPP ji vîzyona Ermenîstanê ya mîsogerkirina ragîhandina herêmî ya bênavber bi rêya bernameya xwe ya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ragîhandî derdikeve holê. Ew hem pêşxistina rîya hesin û him jî pêrspêktîva çêkirina rîya, borîyan, xetên êlêktrîkê û kabloyên ragîhandinê di navbera Ermenîstanê, Adirbêcanê û welatên cînar de pêşbînî dike”,-Sîmonyan gotîye.

Serokê parlamêntê  her wiha destnîşan kirîye ku Ermenîstan nêzîkatîya stratêjîk ya nû ya Yekîtîya Avropayê ya li hember herêma behra Reş pêşwazî dike, ku li gorî wî, dikare bibe teşwîqek nû ji bo îstîqirara herêmî û hevkarîya hevbeş ya sûdmend.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button