H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê girtîyên sîyasî tune ne û qet jî tune ne: Arsên Torosyan

Li Ermenîstanê girtîyên sîyasî tune ne û qet jî tune ne, lê li Ermenîstanê serwêrîya hiqûqê heye.Derheqa wê yekêda wezîrê kar û barên civakî Arsên Torosyan 30 ê cotmehê wextê hevpeyvîna bi rojnamevanan re li meclîsa neteweyî, dema ku pirsa gelo li Ermenistanê girtîyên siyasî hene, gotîye.

“Yek ji pêkhateyên herî girîng yên welatên dêmokratîk serwêrîya hiqûqê ye, ku tê vê wateyê ku divê her kes li ber hiqûqê wekhev be, bêyî ku nêrînên wî yên sîyasî çi bin”.

“Heger em behsa girtin, binçavkirin, yan cezakirina kesayetên opozîsyonê yên ku bi sûcan têne tawanbarkirin dikin, gelek doz hene ku tê de rayedarên niha hene ku hatine girtin, binçavkirin, mehkemkirin û berê hatine berdan. Edaleta hilbijartinê li Ermenistanê demek dirêj e ku bi dawî bûye”,-ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button