Serokwezîr li Parîzê rastî nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê Kaysa Olongrênê hatîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Parîzê rastî nûnera taybet ya mafên mirovan ya Yekîtîya Avropayê Kaysa Olongrênê hatîye.
Li gorî “Armenpress”, beşa agahdarî û têkilîyên giştî ya ofîsa serokwezîrê Komara Ermenîstanê daxuyanî li ser vê yekê weşandîye.
Di hevdîtinê de, mijarên têkildarî pêvajoya rêformên ku ji hêla hukumeta Ermenîstanê ve ji bo parastina mafên mirovan, qewînkirina sazîyên dêmokratîk û mîsogerkirina serwêrîya hiqûqê hatine destpêkirin û rojeva hevkarîyê wî warî de hatine nîqaşkirin.
Serokwezîr Paşînyan tekez kirîye ku parastina mafên mirovan û berdewamîya rêformên dêmokratîk di nav pêşînîyên hukumeta Ermenîstanê de ne. Di heman demê de, serokwezîr tekez kirîye ku dêmokrasî ne hilbijartineke ji bo hukumeta Ermenîstanê, lê stratêjîyek e.
Sîrîya xweda Kaysa Olongrênê hewldanên hukumeta Ermenîstanê yên ji bo avakirina sazîyên dêmokratîk û rêformên ji bo parastina mafên mirovan bilind nirxandîye û amadebûna Yekîtîya Avropayê ji bo berdewamîya hevkarîya nêzîk tekez kirîye.







