H’emû nûçeSereke

Platformeke nû ji bo raberkirina Ermenîstanê ji cîhanê re: “Pêşangeha navneteweyî ya tenduristîyê ya Ermenîstanê 2025” wê li Yêrêvanê bê lidarxistin

Pêşangeha navneteweyî ya tenduristîyê ya Ermenîstanê 2025 wê sala duyemîn li Yêrêvanê bê lidarxistin, bi armanca ku Ermenîstanê di bazara tenduristîyê ya cîhanî de bi cîh bigre.

Pêşangeha navneteweyî ya tenduristîyê ya Ermenîstanê 2025 wê 27-30 ê mijdarê li navenda pêşangeha “Mêrîdîan” da bê lidarxistin.

Li gorî “Armenpress” ê, pêşangeh wê bibe platformek ku pispor, zanyar û şîrketên pêşeng yên di vî warî de hem ji Ermenîstanê û hem jî ji welatên cuda yên cîhanê li hev bicivin.

Li gorî organîzatoran, ev mînaka here baş ya hevkarîya di navbera sazîyên dewlet-taybet-giştî de ye.

Li gorî Armên Nîazyan, damezrînerê hevaltîya “Îvnçr global” ê, damezrîner û rêveberê pêşangehê, ev pêşangeh ne tenê ji bo sêktora tenduristîyê ya teng-pispor e. Armanc ew e ku, berî her tiştî, platformek ji bo raya giştî bê efirandin, ku wê bibe fêstîvaleke tenduristîyê, ku her welatîyê Ermenîstanê wê tiştek bibîne, bibihîze û fêr bibe.

Serokê beşa tenduristîyê ya şaredarîya Yêrêvanê û balyozê fermî yê pêşangehê Davît Karapêtyan,Yêrêvan wê ne tenê bajarekî mêvandar be, lê bibe navendeke zanistî.Ewî destnîşan kirîye ku hemû navendên tenduristîyê û bijîşkî yên paytext, ​​tevî lênerîna acîl ya bijîşkî, wê îsal bi tevahî hêza xwe beşdarî pêşangehê bibin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button