
Serok Mesûd Barzanî li Dihokê bi hejmareke zanyarên ayînî re civîyaye. Di civînê de, serok Barzanî ji bilî nirxandina rewşa sîyasî û hilbijartinan, bi taybetî bang li zanyarên ayînî kirîye ku di rû bi rûbûna metirsîya madeyên hişber de roleke çalak bilîzin û xelkê hişyar bikin.
Li gor daxuyanîya ku ji alîyê baregeha Barzanî ve hatîye belavkirin, serok Mesûd Barzanî 1 ê mijdarê li bajarê Dihokê bi hejmarek zanyarên ayînî yên parêzgehê re civîyaye. Di civînê de, serok Barzanî gotarek raber kirîye û ronahî xistîye ser çend mijarên girêdayî rewşa niha û pêşeroja Herêma Kurdistanê û Îraqê.
Derbarê hilbijartinan de, serok Barzanî ragîhandîye: “Hilbijartin pêvajoyeke gelekî girîng e ku tê de xelk biryarê li ser çarenivîsa xwe dide. Em dixwazin milet azad be û bi azadî biryara xwe bide. Her çend ji bo PDK ê hilbijartin ne bi qasî bidestxistina postan girîng e, lê bi qasî wê girîng e ku em dixwazin hêz û dengê PDK ê nîşanî hemû alîyan bidin û bi wê hêz û dengî parastina mafên xelkê Kurdistanê û Îraqê bikin”.
Di beşeke din ya gotara xwe de, serok Barzanî behsa zulm û zordarîya ku di dirêjahîya dîrokê de li ser gelê Kurdistanê bêyî cudahîya ayînî û neteweyî hatîye kirin, kirîye. Herwiha daye zanîn ku bingeha avakirina dewleta Îraqê li ser şeraket, hevsengî û lihevkirinê bûye, lê ji ber ku ev nehatîyee cîbicîkirin, Îraq heta niha di nav kêşe û alozîyan de dijî.
Serok Barzanî herwiha amaje bi qonaxên jênosîdkirina gelê Kurdistanê, ji misilman, mesîhî û êzidîyan, hem ji alîyê rêjîmên Îraqê ve hem jî di van salên dawî de ji alîyê DAIŞ ê ve kirîye.
Di vê çarçoveyê de, serok Barzanî destnîşan kirîye ku “Li Kurdistanê çanda pêkvejîyan û lêborînê gelekî cîhê şanazîyê ye û li tevahiya cîhanê behsa wê tê kirin. Ji ber vê yekê ev sermayeke mezin e ji bo me û divê em wê biparêzin û bihêztir bikin”.
Serok Barzanî bal kişandîye ser hewldanên piştî sala 2003 a ji bo avakirina Îraqeke nû û nivîsandina destûrê û gotîye: “Mixabin destûr nehatîye cîbicîkirin”. Herwiha hêvî xwestîye ku piştî van hilbijartinan, li gel hin alîyên dilsoz lihevkirinek çêbibe û Îraq ji vê rewşê rizgar bibe.
Serok Barzanî di heman demê de behsa avedanî û pêşketinên Herêma Kurdistanê kirîye û tekezî li ser wê yekê kirîye ku “pêwîst e em pişta xwe bi xwe ve girêbidin û zêdetir warên çandinî, geştyarî û pîşesazîyê pêş bixin”.
Di dawîya axaftina xwe de, serok Barzanî daxwaz ji zanyarên ayînî kirîye ku ew ji alîyê xwe ve bi awayekî cidî, xelkê ji metirsîyên madeyên hişber hişyar bikin, ku “hem ji alîyê ayînî ve destûr pê nehatîye dan, hem jî derdekî kujer yê civakî ye”.







