H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê û Fransîyayê di navbera salên 2023-2024 a de peymanên kirîna çekan yên bi nirxa 278.5 mîlyon yûroyî îmze kirine

Wezîreta Fransîyayêye parastinê raporta ku raberî parlamênta welêt kirine, behsa hevkarîya bi Ermenîstanê re di sêktora parastinê de kirîye. Bi taybetî, tê destnîşankirin ku di çarçoveya sîyaseta cûre-cûrkirina hevkarîyên parastinê de, Ermenîstanê biryar daye ku ji bo qewatkirina şîyanên xwe yên parastinê û parastina nifûsê berbirî Fransîyayê bûye. Ev hevkarîya ku bi rêya pêşxistina şîyanan, veguhastin û hinardekirina alavên nû, û her weha bi rêya çalakîyên opêrasîyonal di tetbîqatên leşkerî de pêk tê, xwedî xwezaya parastinê ya hişk e.

Avakirina mîsyoneke parastinê ya fransî li Yêrêvanê di çileya sala  2023 a de derfetê dide Fransîyayê ku bi hevtayê xwe yê ermenî re têkilî dayne, û dihêle ku ew rêbazên çêtirîn ji bo qewînkirina vê hevkarîyê destnîşan bike.

Tê tekez kirin ku civînên asta bilind yên di navbera wezîrê hêzên çekdar yê Fransayê Sêbastîan Likornû û wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan de pirtir bûne, ya dawî  kanûna sala 2024 a de pêk hatîye, da ku li ser awayên ku Fransîya dikare beşdarî qewînkirina serwêrî û rewşa ewlehîyê ya Ermenîstanê bibe nîqaş bikin.

Raport destnîşan dike ku heta sala 2022 a, hinardekirina Fransîyayê bo Ermenistanê bi pratîkî tune bûye, di heman demê de gelek peymanên ji bo alavên bejahî di dawîya salên 2023 a  û 2024 a de ji bo xurtkirina şîyanên parastinê yên Ermenîstanê hatine îmzekirin. Pêrspêktîvên din, û her weha projeyên ku beşdarî pêşxistina bingeha pîşesazî û têknolojîk ya parastinê ya Ermenistanê dibin, hîn jî di bin nîqaşê de ne.

Hevkarîya parastinê ya Fransîyayê û Ermenîstanê di warê perwerdehîya pêrsonalan de jî şikil digire: ji bo perwerdekirina leşkerên ermenî di şerên çîyayî de desteyek ji mamosteyên pîyadeyên çîyayî hatîye şandin, û di navbera akadêmîya leşkerî ya Sên-Sîrî û akadêmîya leşkerî ya Vazgên Sargsyan de ji bo perwerdekirina efserên ermenî peymanek hatîye îmzekirin.

Tê destnîşankirin ku Fransîya, bi pabendbûna bi prînsîpên xwe yên hiqûqa navneteweyî û rêzgirtina ji bo yekparçeya axa neteweyan, bi biryardarî li kêleka Ermenîstanê radiweste da ku ax û gelê wê biparêze. Fransîya bi awayekî çalak pabend e ku piştgirîyê bide hevkarê xwe di pêkanîna aşîtîyeke dadperwer û mayînde li Kafkasîyaya Başûr.

Herwiha, pêveka raporê nîşan dide ku Ermenîstan û Fransîyayê  salên 2023 a û 2024 a de peymanên çekan yên bi nirxa 278.5 mîlyon yûroyî îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button