Plana çalakîyê ya lîbêralîzasîyakirina vîzêyê ya Yekîtîya Avropayê wê rojên pêş de bi fermî radestî alîyê Ermenîstanê bê kirin

Di nîqaşên byûcêyê yên parlamêntêda de,wezîra Ermenîstanêye karên hundur Arpînê Sargsyanê derheqa tedbîrên ku di warê koçberî û hemwelatîbûnê de hatine bicîhkirin kirîye û destnîşan kirîye ku ji bo serbestberdana vîzayê bi Yekîtîya Avropayêre xebateke çalak tê kirin.
Bi ragîhandina “Armenpress” ê, Arpînê Sargsyanê gotîye ku di rojên pêş de plana çalakîyê ya lîbêralîzasîyakirina vîzayê wê bi fermî radestî alîyê ermenî bê kirin.Wezîrê gotîye:”Ji vê pêrspêktîfê ve, tedbîrên ku ji hêla sazîyên dewleta Ermenîstanê ve têne bicîh kirin wê zelal bin, ku hukumeta Ermenîstanê berê wek deverên ku mijara rêformê ne destnîşan kirîye”.
Arpînê Sargsyanê behsa danasîna sîstêma bîyomêtrîk kirîye û destnîşan kirîye ku xebat di vî warî de bi awayekî çalak berdewam dibe, peymana îmzekirî heye, bi hevkarekî taybet re derbarê ofîsên herêmî de biryarek hatîye dayîn, danasînên derveyî yên ofîsên herêmî hatine dawîkirin, danasîna derveyî ya nasnameya bîyomêtrîk hatîye pejirandin û danasîna derveyî ya pasaportê jî wê di demek nêzîk de bê pejirandin.
Arpînê Sargsyanê destnîşan kirîye ku mijara şert û mercên danasîna sîstêma nû ya bîyomêtrîk bi hevkarekî taybet re bi hûrgilî hatîye nirxandin da ku veguheztin bi rêkûpêk be û rêz jî birêve bibin.
Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê îlona sala 2024 a de destpêkirina dîyalogekê li ser serbestberdana vîzayê ya Yekîtîya Avropayê ragîhandine. Ji wê demê ve, civîn û serdanên hevbeş yên rayedarên cûre-cûre bi awayekî çalak pêk tên da ku pêvajoyê pêşve bibin.







