H’emû nûçeSereke

Ji bo xurtkirina aşîtîyê, divê civakên ermenî û adirbêcanî bi awayekî azad danûstandinê bikin: konfêransa pisporên navneteweyî li Yêrêvanê

Konfêransa navneteweyî ya du rojî ku îsal li Yêrêvanê dest pê kirîye, bi sernavê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” ye.

Nêzîkî 50 pispor ji 16 welatan, ku du ji wan ji Adirbêcanê bûne, ji bo vê çalakîyê hatine vexwendin.

Li gorî “Armenpress” ê, koordînatorê navenda “Orbêlî” û modêratorê panela yekem, Mîkayêl Yalanûzyan destnîşan kirîye ku mijara sereke ya nîqaşê bi projeyên mezin yên binesazîyê yên herêma Başûrê Kafkasîyayê, û her weha întêgrasîyona Ermenîstanê di van projeyan de, derfet û pêrspêktîvên wan ve girêdayî ye.

Yalanûzyan gotîye:”Întêgrasîyon û xurtkirina rêyên ragîhandinê, wek “Korîdora navîn”, “Korîdora Bakûr-Başûr”, “Xaçerêya aşîtîyê”, “Rêya Tramp”, pir girîng in û her kes bi pirsgirêkên li welatên ku rêyên ragîhandinê ji wan derbaz dibin eleqedar e. Raya pisporan jî ji bo me girîng e ka çi dikare bê kirin da ku întêgrasîyona aborî û binesazîyê bêtir pêş bikeve”.

Alêksandr Îskandaryan, rêveberê înstîtûta Kafkasîyayê, destnîşan kirîye ku Başûrê Kafkasîyayê hîn ji hêla şîyanên tevahî û xebata bênavber ya rêyên ragîhandinê ve bi tevahî pêş neketîye. Rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê, û her weha di navbera Ermenîstan û Tirkîyayê de girtî ne.

Îskandaryan gotîye:”Pirsgirêk ne tenê bi kanalên ragîhandinê ve girêdayî ye, bingehek civakî û psîkolojîk heye. Ev pirsgirêk herî kêm sî sal in têne hîskirin, lê di çend salên borî de rewş hêdî-hêdî diguhere. Ji bo normalîzasîyakirina têkilîyan û xebata bênavber ya binesazîyê îrade û xwesteka hevbeş pêwîst in. Pêrspêktîva derfetan jî hevgirtina hewldanên hevbeş hewce dike. Pirsgirêk bi tenê bi îmzekirina belgeyekê çareser nabe, ji ber vê yekê, gav û mêxanîzmên bi bandor hewce ne ku bendên di belgeyan de bên jîyandin”.

Ewî şîret da ku bi awayekî giştî li ser asta herêmî bifikirin, Başûrê Kafkasîyayê ne wek herêmeke pevçûyînê, lê wek herêmeke ku potênsîyaleke mezin ji bo hevkarîyê heye, xeyal bikin. Li gorî Îskandaryan, pêwîst e ku têkilîyên di navbera hemû welatên herêmê de bên sazûmankirin, sînor bên naskirin û bên vekirin, ji ber ku ji bo xurtkirina aşîtîyê, divê mirov bi azadî danûstandinê bikin. Zanyarê sîyasî ji ber vê rastîyê cesaret digire ku gavên pêşîn di wê alî de jixwe têne avêtin.

Rêveberê navenda lêkolînên korîdorên veguhestinê ya Gurcistanê Paata Sagarêîşvîlî, axaftina xwe de destnîşan kirîye ku lêkolînên wan yên pispor û berfireh potênsîyela binesazîya ku Başûrê Kafkasîyayê bi herêmên din ve girêdide nîşan didin, ku nîşan dide ku herikîn û kapasîte çêbûne. Bi raya wî, analîzên kûr dihêle ku stratêjîyek ji bo kişandina veguhastina barhilgir ya zêde û berfirehkirina rêza derfetan bê pêşxistin.

Sagarêşvîlî gotîye: “Herikîna barhilgiran di navbera Ermenîstanê û Gurcistanê de ne têrker e.Mînak sala 2023 a, qebareya veguhastina trênê ya di navbera her du welatan de kêm bûye û gihîştîye 0,7 milyon tonn. Yek ji pirsgirêkan rewşa xirab ya rîya hesin ya Ermenistanê ye, leza herikîna wê pir kêm e. Di şert û mercên weha de, karîgerîya trafîkê pir dijwar dibe. Divê pirsgirêk di asta hukumetê de bê çareser kirin”.

Lêkolînerê fonda “Karnêgî” ya ji bo aşîtî û ewlehîya navneteweyî û pisporê adirbêcanî Zaûr Şîrîyêv, destnîşan kirîye ku normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de û organîzasîyakirina serdanên hevbeş wê bibe sedema ku pratîkek usa wek bûyereke gelemperî bê hesibandin.

“Sê salên dawî de, me dît ku pêvajoya aşîtîyê û normalîzasîyakirina têkilîyan ji alîyê hukumetên welatên me ve hatîye girtin. Ji bo pêşvebirina aşîtîyê ji alîyê her du alîyan ve gelek gav hatine avîtin û di dawîyê de me nivîsa peymana aşîtîyê heye. Ev destpêka pêvajoyeke nû ye. Divê em xwe bi gotina aşîtîyê sînordar nekin, divê em li hember aşîtîyê xemxur bin. Niha, em di qonaxa pênasekirina aşîtîyê de nin, ku ji bo vê yekê gavên pratîkî hewce ne”.

Li gorî pisporê adirbêcanî, divê Naxçevan ji tecrîdê derkeve û Ermenîstan jî di bernameyên girêdanê de bê întêgrekirin. Bi raya wî, ahenga ragîhandinê ya di navbera sêgoşeya Ermenîstan-Gurcistan-Adirbêcanê de wê bibe garantîya pêşketina tam.

Şîrîyêv gotîye: “Ji bo vê yekê pêşşert û merc û derfetên pêwîst hene. Tenê pêdivî ye ku zehmetî bên derbazkirin. Lê belê girêdana navbera herdu alîyan ne tenê danûstandina çavkanîyên ênêrjîyê ye, ne jî bikaranîna kanalên ragihandinê ye. Ev hemû têgihîştineke berfirehtir nîşan dide. Projeya “Rêya Tramp” divê bê berfirehkirin, û derfetek ji bo hinardekirina pêtrolê û gaza Adirbêcanê bo bazarên din, di nav de Ermenîstanê jî, biefirîne. Divê çavkanîyên herêma me bi awayekî hevbeş sûdmend bên bikaranîn”.

Ew bawer dike ku xebata dualî di navbera civakên Ermenîstanê û Adirbêcanê de jî girîng e. Li gorî wî, her du milet jî ji ber şer gelek zirar dîtine, ji ber vê yekê, ji bo derbazbûna serdemeke aşîtîyê, têkilîyên raste-rast di navbera ermenîya û adirbêcanan de pêwîst in, ku ne tenê pispor û rojnamevan, lê di heman demê de nûnerên tebeqe û komên din yên civakê jî tê de beşdar bibin.

Pisporê adirbêcanî destnîşan kirîye ku “Rêya sêyem nexşerêya çalakîyên hevbeş e. Dema ku peymana aşîtîyê bê îmzekirin, têkilî wê bixweber statûyeke nû bi dest bixin û wê girîngîyeke mezin hebe. Nexşerê wê di heman demê de bibe alîkar ku aşîtî xurt bibe, ji ber vê yekê, civak jî divê piştgirîyê bidin hukumetên her du welatan da ku em bikaribin di rêya aşîtîyê de encamên berbiçev bi dest bixin. Divê mirov ji hêla aborî ve sûd werbigirin û piştrast bin ku ev yek wê di pêşerojê de jî berdewam bike”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button