
Bi beşdarîya herdu cîgirên serokê Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî, ji bo piştgirîya lîsteya 275a ya PDK ê, karnavaleke mezin ya cemawerî li yarîgeha werzîşê ya Dihokê tê lidarxistin.
Di vê karnavalê de, ku wek mezintirîn komcivîna hilbijartinê li devera Badînanê tê dîtin, tê payîn ku herdu cîgirên serokê PDK ê gotarên girîng raberî amadebûyan bikin.
Ev karneval di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên xula şeşemîn ya parlamêntoya Kurdistanê de ye, ku biryar e di 11 ê mijdarê bê lidarxistin. Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê bi lîsteya hejmar 275 a beşdarî van hilbijartinan dibe û li hemû bazneyên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê kandîdên wê hene.
Parêzgeha Dihokê wek yek ji kelehên serekî yên Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê tê dîtin û tê çaverêkirin ku hejmareke gelek mezin ji alîgirên PDK ê beşdarî vê karnavalê bibin.
Berpirsên PDK ê li Dihokê pêşbînî dikin ku zêdetirî 50 hezar kes wê amadeyî vê ahengê bibin.
Amadekarîyên ji bo vê karnavalê ev çend roj in dest pê kirine û hemû tedbîrên ewlekarî û lojîstîkî hatine girtin.







