H’emû nûçeSereke

Paşînyan bawer dike ku pêvajoya aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê  di qonaxa rêkeftineke stratêjîk ya di navbera herdu welatan de ye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bawer dike ku pêvajoya îzbatkirina aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de gihîştîye astekê  ku li belgeyan de hatîye tomar kirin bê bicîhanîn.

Bi ragîhandina  “Armenpress” ê, konfêransa navneteweyî ya bi navê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de, Paşînyan ev dîyarde wek peymaneke stratêjîk di navbera her du welatan de nirxandîye.

Serokwezîr gotîye: “Esasa peymanê ew e ku Ermenîstan û Adirbêcan li gorî danezana Alma-Atayê yekparebûna axa hevdu nas dikin, li gorî danezana Waşîngtonê danûstandinên herêmî vekin, li gorî rêziknameyên ku berê li hev kirine sînordar bikin û hevdu rehet bihêlin. Ev vîzyon di peymana aşîtîyê ya îmzekirî de jî cîh digire”.

Serokwezîr zêde kirîye ku aşîtîya di navbera welatan de hatîye damezrandin hewceyê lênêrîna rojane ye û îradeya hukumet û gelê Ermenîstanê di vê mijarê de bê şik û guman e.

Ermenîstanê û Adirbêcanê  8 ê tebaxê li Waşîngtonê peymana aşîtîyê îmze kirin. Ermenîstanê û Adirbêcanê daxuyanîyek bi navbeynkarîya serokê Dewletên Yekbûyî Donald Tramp îmze kirine, ku xalên sêyemîn û çaremîn yên wê behsa rakirina dorpêça li ser ragîhandinê li Başûrê Kafkasîyayê dikin, di çarçoveya serwêrî, yekparçeya axê û dadwerîya welatan de. Piştî îmzekirina belgeyan li Waşîngtonê, him serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û him jî serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêv ragîhandine ku aşîtî di navbera her du welatan de hatîye damezrandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button