H’emû nûçeSereke

Pisporê Adirbêcanê pêşnîyar dike ku welatên Başûrê Kafkasîyayê mêxanîzmekê biefirînin da ku bi hev re bersiva karesatên herêmî bidin

Konfêransa navneteweyî ya du rojî ya bi navê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” li Yêrêvanê xebatên xwe didomîne. Nêzîkî 50 pispor ji 16 welatan, di nav de du ji Adirbêcanê, beşdarî çalakîyê dibin.

Bi ragîhandina  “Armenpress” ê, beşdarê panêla duyemîn, pisporê adirbêcanî, serokê navenda analîtîk ya Topçûbaşov Rûsîf Huseynov di axaftina xwe de destnîşan kirîye ku hebûna platformên herêmî, wekî “3+3”, ji bo pêşvebirina hevkarîya di navbera dewletan de pir girîng e.

Huseynov gotîye “Lê belê, ji ber hin sedeman, formata “3+3″ bi tevahî pêk nehat û di vê gavê de hîn jî nayê zanîn ka pêşeroja wê wê çawa be. Ya here girîng hevkarîya hevseng ya sê komarên Başûrê Kafkasyayê ye. Ez ji hin projeyên întêgrasîyona herêmî bi coş im. Mînakek ji bo me dikare hevkarîya di navbera welatên Baltîk de be, ku girêdana xwe ya bi hev re parastine.Heger ev vebijark ji bo me nexebite, hingê em dikarin li Rojhilatê binêrin û li vebijarkên altêrnatîv bigerin. Tevî hin nakokîyan jî, welatên Asyaya Navîn karîne platformeke hevbeş ji bo hevkarîyê biefirînin û her weha bi hevkarên derveyî re bi awayekî çalak dixebitin”.

Ewî hêvî kirîye ku welatên Kafkasyaya Başûr wê bi hev re vîzyonekê ji bo hevkarîya bêtir biefirînin, û mêxanîzmên bibandor ji bo têkilîyên sêalî hebin.

Pisporê adirbêcanî gotîye: “Heger hin kes difikirin ku pirsgirêkên jêopolîtîk wê me asteng bikin, hingê em dikarin bi gavên biçûk lê bi biryar pêşve biçin. Me vê dawîyê gotarek weşandîye ku tê de me pêşnîyar kirîye ku mêxanîzmek ji bo bersivdayîna hevbeş ya li karesatên herêmî bê efirandin, ku dikare platformek ji bo hevkarîyê ya hevbeş biefirîne”.

Pisporê konsêya têkilîyên  Rûsîyayêye karên der Sêrgêy Markêdonov destnîşan kirîye ku pêvajoya aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê piştî du guhertinên statûs-kivoyê dest pê kirîye.

Markêdonov gotîye: “Hemû peymanên aşîtîyê xudanên wan hene.Vêrsîyona Adirbêcan-Tirkîyayê dibe ku ji têgihîştina alîyên îranî yan rûsî cuda be, ji ber vê yekê pêwîst e berjewendîyên welatên din yên herêmî li ber çevan bên girtin. Ji bo vê armancê Îranê pêşnîyar kirîye ku platforma “3+3″ bê avakirin. Ji bo xurtkirina aşîtîyê, divê nêrînên cuda bên berçevgirtin, berî her tiştî berjewendîyên girîng yên dewletan bên nîqaşkirin, ne ku xetên dabeşkirinê bên danîn. Çar kesan ji bo beşdarîya xwe ya mezin di çareserkirina nakokîya Îsrayêlê-ereban de xelata aşîtîyê ya Nobêlê wergirtin, lê nakokî hîn çareser nebûye û jîyanên nû digire, ji ber vê yekê, pêdivî ye ku sedemên rastîn yên nakokîyan li ser erdê bên fêmkirin.”

Serokê înstîtûta têkilîyên giştî ya Gurcistanê Tornîkê Şaraşênîzê, destnîşan kirîye ku bûyerên navneteweyî piştî hilweşîna pergala cîhanî ya yekqutbî pir zû pêşve diçin, qutbên din yên bi bandor çalaktir tevdigerin, û şerên ku rewşa berê ya damezrandî diguherînin didomin.

“Gelek welat heta radeyekê di nav nakokîya Ûkraînayê de ne, û ev rewş bê guman wê bandorê li ser rêza cîhanî ya giştî di pêşerojê de bike. Divê Başûrê Kafkasîyayê jî ji bo guhertinên pêşerojê amade be.Welatên Başûrê Kafkasîyayê derfetên manêvrayê yên bêhempa kêmtir in, ji ber vê yekê divê ew hevkarîyê pêşve bibin, bi hev re bi pirsgirêkan re rû bi rû bimînin. Başûrê Kafkasîyayê nikare ji hêla erdnîgarî ve li derveyî pêşketinên cîhanî bimîne. Em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de aşîtî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bê damezrandin, û em ê herêmê ne tenê veguherînin navendeke veguhastinê ya sereke, lê di heman demê de platformek ji bo aramîyê jî”.

Lêkolînerê payebilind yê înstîtûta zanistên sîyasî û navneteweyî ya Îranê Hesen Şîrzadîn jî destnîşan kirîye ku pêvajoya aşîtîyê niha di qonaxa xwe ya destpêkê de ye, ji ber vê yekê pêwîst e ku bi baldarî û fikar pê re mijûl bibin.

Şîrzadî gotîye: “Hevkarîya herêmî hebûna herêmên bazirganîya azad, şert û mercên tercîhî, bazareke hevpar, pereyek yekane nîşan dide, ku wê bibe sedema întêgrasîyona tevahî.Lê ev hemû di rewşa heyî de hîn ne mimkûn e. Lê belê, ev dikare wek destpêkek bê hesibandin. Îranîyan barê herî giran yê nakokîya di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de hilgirtin, ji ber ku têkilîyên me yên cînartîya baş bi her du welatan re hene, ji ber vê yekê em bi avakirina aşîtîyê di navbera wan de eleqedar in. Sînorê me her gav ji bo cînarên me yên ji der vekirî bûye. Ew îro jî rêyên Îranê bikar tînin. Em li dijî şeran in, her çend em di şert û mercên zorê de dijîn û di bin dorpêçan de ne.Heger em aşîtîyeke mayîn dixwazin, wê hingê divê daxwaz ji her kesî be. Sîyaseta Îranê li ser bingeha prînsîpa dostanîyê û jîyana aşîtîyane bi hemî cînaran re ye û dema ku em vê sîyasetê pêş dixin, em berjewendîyên jîyanî yên her kesî li ber çavan digirin. Ji bo vê armancê, em beşdarî avakirina platforma “3+3″ bûne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button