H’emû nûçeSereke

Piştî îmzekirina peymana aşîtîyê bi Adirbêcanê re, formata mîsyona Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê wê biguhere:Paşînyan

Heta îmzekirina peymana li ser aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera welatan de, di formata mîsyona çevdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê ya li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê tu guhertin çênabe.

Bi ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di konfêransa navneteweyî ya bi navê “Forûma Orbêlî: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de ragîhandîye.

“Piştî îmzekirin û pesendkirina peymanê, dibe ku hin guhertinên formatê hebin û wê hebin, ku me di wextê guncaw de bi hevkarên xwe yên Yekîtîya Avropayê re nîqaşên pratîkîtir kirine û bikin”,- serokwezîr gotîye.

Mîsyona çavdêrîya sîvîl ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê sibata sala 2023 a de dest bi çalakîyên xwe kirîye.Çileya sala 2025 a, konsêya Yekîtîya Avrorpayê biryar da ku mandata mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê 2 sala dirêj bike.

Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bendekê dihewîne ku dibêje her du welat wê hêzên welatên sêyemîn li ser sînorên xwe yên navdewletî bicîh nekin. Her du welatan  8 ê tebaxê  li Waşîngtonê peymana aşîtîyê îmze kirine. Adirbêcan guhertina destûra Ermenîstanê wek şertek ji bo îmzekirina peymanê nîşan dide.Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan vê dawîyê dîyar kirîye ku ev şertê Adirbêcanê ji bo alîyê Ermenîstanê nayê qebûlkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button