H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan û Sêrgêy Şoygû rojeva têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de nîqaş kirine

5 ê mijdarê di çarçoveya civîna 13 emîn ya sêkrêtarên konsêya ewlehîyê yên welatên endamên Hevalbendîya Welatên Serbestda sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan bi sêkrêtarê konsêya Rûsîyayêye ewlehîyê Sêrgêy Şoygû re civîyaye.Derheqa wê yekêda ofîsa konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê ragîhandîye.
Wextê hevdîtinê, hevpeyvînkaran rojeva têkilîyên dualî yên di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de nîqaş kirine.
Alîyan li ser rewşa ewlehîyê ya li Başûrê Kafkasîyayê nêrînên xwe parve kirin û li ser pêkanîna derfetên nû yên aborî yên ku di encama vekirina rêyên veguhastinê de hatine efirandin, axivîne.







