Genimê Rûsyayê ji bo Ermenîstanê wê di demjimêrên pêş de ji Adirbêcanê bigihîje Gurcistanê: rîya Başûrê Kafkasîyayêye hesin

Niha serdemeke nû vedibe: rêya trênê ya di navbera Rûsyayê û Ermenîstanê de hatîye vekirin û di nav çend demjimêrên pêş de, 15 vagonên tijî genimê Rûsyayê wê ji Adirbêcanê bigihîjin Gurcistanê û dû re radestî Ermenîstanê bikin.Derheqa wê yekêda rêveberê giştî yê hevaltîya rîya hesinên Başûrê Kafkasîyayê Alêksêy Mêlnîkov ragîhandîye.
“Belê, genim tê, belê, ew ê di demek nêzîk de li axa Ermenîstanê xuya bibe”,- wî destnîşan kirîye. Mêlnîkov ragîhandîye ku genimê Qazaxistanê ji Rûsyayê bigihîje Adirbêcanê û di çend rojên pêş de bigihîje Ermenîstanê. “Em bê guman li benda vê bûyerê ne. Ji bo me, xebatkarên rîya hesin, ew rastîya ku em niha derfeta veguhestina bar ji Qazaxistanê, Rûsyayê û welatên din bo Ermenîstanê heye, heya wê astê ku em dikarin bar ji Çînistanê jî bi trênên kontêynêran veguhezînin”,-ewî zêde kirîye.
Mêlnîkov bawer kirîye ku ev rê wê daxwazek hebe û gotîye ku di pêşerojê de wê bêtir trênên barhilgir bi trênê bên şandin.Ewî texmîn kirîye ku ev yek wê qerebalixîya li Larsa Jorin sivik bike û lêçûna veguhestina baran bi rêya behra Reş ya biha kêm bike.
Alêksêy Mêlnîkov wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ev rêyeke pir girîng e ji bo hevkarên me yên ku genim û berhemên pêtrolê îtxal dikin Ermenîstanê. Ev rê wê ji hêla hevkarên me ve bê xwestin”.







