H’emû nûçeSereke

Înîsîyatîvên “Xaçerêya aşîtîyê” û “Kemberek, rêyek” gelek xalên hevpar hene:Van Syaosyûan

Ermenîstan her tim li ser xaçerêya şaristanîyên Rojhilat û Rojavayê bûye. Faktora hevahengîya şaristanîyan di dilê projeya “Kemberek, rêyek” ya Çînistanê de jî heye, ji ber vê yekê, înîsîyatîvên “Kemberek, rêyek” û “Xaçerêya aşîtîyê” ya Ermenîstanê bi awayeke ecêb li hev tên.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda sêkrêtarê giştî yê navenda lêkolînê ya “Kemberek, rêyek” ya akadêmîya zanistên civakî ya Çînistanê Van Syaosyûan  di konferansa “Forûma Orbêlî 2025: avakirina aşîtî û hevkarîya piralî” de  elam kirîye.

Ewî bi bîr xistîye ku îsal Ermenîstanê û Çînistanê daxuyanîyeke hevbeş li ser damezrandina hevkarîyeke stratêjîk pejirandine, ku bi zelalî dibêje ku Ermenîstan di nav welatên pêşîn de bûye ku beşdarîyeke mezin di pêkanîna destpêşxerîya “Kemberek,rêyekê” de kirîye û amade ye ku bi awayekî çalak destpêşxerîya jorîn bi “Xaçerêya aşîtîyê” re li hev bike.

“Li hember guhertinên jêopolîtîk yên heyî, hevkarîya ku di çarçoveya her du projeyan de pêş dikeve ne tenê beşdarî yekbûna aborî ya herêmê dibe, lê di heman demê de beşdarî avakirina aşîtîyê û kûrkirina têkilîyên çandî li herêma Başûrê Kafkasîyayê jî dibe. Ji bo hevgirtina her du projeyên navborî, pir girîng e ku hevkarî li ser prînsîpa wekhevîyê bê pêkanîn. Wekhevî tê wateya berçavgirtina faktorên wekî naskirina serwêrîyê û têgihîştina berjewendîyên hevbeş, û her weha pêkanîna sûdwergirtina hevbeş ya çalakîyan”.

Bi raya wî, hevkarîya piralî ne tenê di warê aborî de, lê di heman demê de di warê sîyasî, ewlehî û mirovî de jî çêtir e. Li gorî pispor, “Xaçerêya aşîtîyê” armanc dike ku Ermenîstanê veguherîne navendek herêmî û Çînistan armanc dike ku heta sala 2029 a kapasîteya korîdora navneteweyî ya Transsîbîrê zêde bike, da ku Ermenîstan bi rêya avakirina toreke herêmî bikaribe tevlî wê korîdora bibe.

Van Syaosyûan destnîşan kirîye ku “Rêyeke pêşketî dikare Yêrêvanê bi Batimê ve girêbide, û di pêşerojê de rîya hesin dikare bê çêkirin ku Yêrêvan û Tehranê bi hev ve girêbide. Rîya hesin ku  Asyaya Navîn re derbaz dibin dikarin herêma navborî û Başûrê Kafkasîyayê bi Çînistanê ve girêbidin, ku wê bibe korîdoreke mezin ya Avrasyayê. Lê ji bo avakirina wê pêşwextên rastîn hene. Girêdanên veguhastinê divê berî her tiştî xizmeta hevkarîya bazirganî û aborî bikin. Ermenîstan û Çînistan dikarin bi hev re di gelek waran de, bi karanîna têknolojîyên nûjen û zekaya sûnî, projeyên sûdmend yên hevbeş pêşve bibin. Çînistan dikare ezmûna xwe ya pêşverû di gelek waran de, ji têknolojîyên dîjîtal bigire heya ênêrjîya kesk, parve bike”.

Ewî zêde kirîye ku Ermenîstanê xwesteka xwe ya xurtkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re û tevlîbûna di pêşerojê de nîşan daye, û ji alîyekî din ve, serlêdana endametîya rêxistina hevkarîya Şanhayê raber kirîye.

Pisporê çîn wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Diplomasîya Ermenîstanê di vî warî de balkêş e, ji ber ku armanc ew e ku têkilîyên stratêjîk bi Çînistanê re ava bike û têkilîyên bi Rûsyayê re baştir bike. Ev hemû şahîdîya şefafî û hevsengîya hevkarîya der ya Ermenîstanê dike, ku pêşşertên baş ji bo întêgrasîyakirina projeya “Xaçerêya aşîtîyê” di nav înîsîyatîva “Kemberek, rêyek” û bi awayekî berfirehtir, di çarçoveya hevkarîya Avrasyayê de diefirîne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button